Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 63 Mîlyon Derbaz Kir

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 63 Mîlyon Derbaz Kir

.

A+A-

Hejmara pêketîyên vîrusa korona 63 mîlyon derbaz kir. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 63,089,305 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî wî welatî hejmara pêketîyan bi qasî 13,5 mîlyon e. Li dû Amerîka, bi pirtir ji 9,4 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi pirtir ji 6,3 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 1,465,067 kesan jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 267,600 mirinên ji vîrusa korona di rêza pêş de ye û li dû wê bi 172,833 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 92,890 kes bi vîrusa korona ketine û 4,743 kes bi wê mirine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin