Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 55 Mîlyon Derbaz Kir

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 55 Mîlyon Derbaz Kir

.

A+A-

Hejmara pêketîyên vîrusa korona 55 mîlyon derbaz kir. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 55,074,994 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 11 mîlyon e. Li dû Amerîka bi 8,8 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 5,8 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li seranserê cîhanê 1,328,068 kesan jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 247,220 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 166,014 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di Berfanbara borî de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 91,872 kes bi vîrusaa korona ketine û 4,742 kes bi wê mirine.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin