Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 41 Mîlyon Derbaz Kir

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 41 Mîlyon Derbaz Kir

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 41 Mîlyon Derbaz Kir

A+A-

Hejmara pêketîyên vîrusa korona 41 mîlyon derbaz kir. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 41,061,138 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 8,3 mîlyon e. Li dû Amerîka, bi 7,6 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 5,2 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 1,128,226 kesan jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 221,816 mirinên vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 154,837 mirinan Brezîlya heye.

Vîrusa korona di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 91,030 kes bi vîrusa korona ketine û 4739 kes bi wê mirine.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin