Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 38 Mîlyon Derbaz Kir

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 38 Mîlyon Derbaz Kir

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 38 Mîlyon Derbaz Kir

A+A-

Hejmara kesên bi vîrusa korona ketine 38 mîlyon derbaz kir.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 38,006,121 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 7,8 mîlyon e. Li dû Amerîka, bi 7,1 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 5,1 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 1,083,875 kesan jîyanên xwe ji dest dane.

Amerîka bi 215,775 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 150,689 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di Berfanbara borî de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê pirtir ji 90 hezar kes bi vîrusa korona ketine û 4739 kes bi wê mirine.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin