Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 20 Mîlyon Derbaz Kir

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 20 Mîlyon Derbaz Kir

Hejmara pêketîyên vîrusa korona 20 mîlyon derbaz kir.

A+A-

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopknsê, li seranserê cîhanê 20,090,541 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatîye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan bi qasî 5,1 mîlyon e.

Li dû Amerîka, bi 3 mîlyon pêketîyan Brezîlya, li dû wê jî bi 2,2 mîlyon pêketîyan Hîndistan tê.

Jiber vîrusa korona li seranserê cîhanê 736,208 mirin çêbûne û Amerîka bi pirtir ji 163,000 mirinan di rêza pêşî de ye û li dû wê bi 101,000 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê bi qasî 89,000 kes bi vîrusa korona ketine û 4,689 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin