Hejmara Pêketîyên Korona 33 Mîlyon Derbaz Kir

Hejmara Pêketîyên Korona 33 Mîlyon Derbaz Kir

Hejmara pêketîyên vîrusa korona 33 mîlyon derbaz kir. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 33,082,994 kes bi vîrusa korona ketine.

A+A-


Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 7,1 mîlyon e. Li dû Amerîka bi 6 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 4,7 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 997,799 kesan jîyanên xwe ji dest dane.

Amerîka bi pirtir ji 204 hezar mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 141,741 mirinan Brezîlya heye.

Vîrusa korona di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê pirtir ji 90 hezar kes bi vîrusa korona ketine û 4739 kes bi wê mirine.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin