Hejmara Pêketinên Koronayê li Rojavayê Ewrupayê Zêde Dibe

Hejmara Pêketinên Koronayê li Rojavayê Ewrupayê Zêde Dibe

.

A+A-

Li gelek welatên Rojavayê Ewrupayê rêjeya pêketinên vîrûsa Koronayê zêde dibe, tevî asta bilind ya vaksînkirinê û hebûna sîstemên baş yên saxlemîyê.

Rêxistina Salxemîya Cîhanî (WHO) ragihand ku hefteya borî mirinên li Ewrupayê jiber nexweşîya COVID-19 bi rêjeya 10% bilind bû. Karbidestekî WHO jî dîyar kir ku Ewrupa careke din bûye navenda belavbûna vîrûsa Koronayê.

Tevî ku li tevahîya welatên Rojavayê Ewrupayê rêjeya kesên ku vaksîna dijî COVID-19 wergirtine gihiştîye bêtirî 60% - li Spanya û Portugal ev rêje bêtir e, hîn jî hejmareke mezin ji hemwelatîyan l Ewrupa bê parastin dimînin.

Dr. Bharat Pankhania, mamosteyê li Kolêja Bijîşkî û Saxlemîyê ya Zanîngeha Exeter, dibêje ku hejmara mezin ya kesên ne vaksînkirî û vegera hinek çalakîyên civakî yên berî pandemîyê sedemên serekî ne jibo bilindbûna rêjeya pêketinên Koronayê.

Di hewildanekê de jibo kontrolkirina belavbûna vîrûsê, gelek welatên Ewrupayê niha êdî belgeyên vaksînkirinê, yan jî encamên testên neyênî ji xelkê daxwaz dikin berî ku derbazî cihên gistî wekî meyxane û xwaringehan bibin.

Lê Dr. Pankhania hişyarî dide ev belge hestekî ne rasteqîn jibo ewlekarîyê dide, jiber ku kesên vaksînkirî jî dikarin vîrûsa Koronayê werbigirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin