Hejmara mirîyên Koronayê gihîşt 2 hezar û 619 kesan

Hejmara mirîyên Koronayê gihîşt 2 hezar û 619 kesan

Li Çînê û cîhanê hejmara kesên ku ji ber nexweşîya Koronayê canê xwe ji dest dane, gihîşt 2 hezar û 619 kesan.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Mirî û berkeftîyên nexweşîya Koronayê li Çînê û hinek welatên din yên cîhanê her ku diçe zêde dibin. Tê gotin ku li Çînê mîna rojên destpêkê nîne û hejmara mirîyan kêmtir bûye.

Li gorî amarên dawî, heşt kes li Îranê mirine, sê kes li nav keştîyeka Japonya mirine, heft kes li Koreya Başûr mirine, du kes li Hong Kongê û kesek li Japonya, kesek li Taywanê, kesek li Fransa, kesek li Fîlîpînê, sê kes jî li Îtalîya mirine.

Li Çînê jî heta niha 2 hezar û 594 kes mirine, bi vî rengî hejmara kesên ku ji ber nexweşîya Koronayê canê xwe ji dest dane, gihîştîye 2 hezar û 619 kesan.

Hejmara berkeftîyan jî gihîştîye 77 hezar û 150 kesan û yên ku baş bûne jî gihîştîye 24 hezar û 734 kesan.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin