Hejmara Mirinên ji Korona 850,000 Berbaz Kir

Hejmara Mirinên ji Korona 850,000 Berbaz Kir

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 850,879 kes bi vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane.

A+A-

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 850,879 kes bi vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane.

Amerîka bi pirtir ji 183,000 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêşî de ye, li dû wê bi 121,381 mirinan Brezîlya û li dû wê jî bi 65,288 mirinan Hîndistan tê.

Di hejmara pêketinên vîrusa korona de jî Amerîka, bi pirtir ji 6 mîlyon pêketinan di rêza pêşî de ye.

Li Brezîlya û li Hindistanî jî bi qasî 4 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine.

Ew vîrus di Berfanbara borî de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê bi qasî 90,000 kes bi vîrusa korona ketine û 4723 bi wê mirine.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin