Hejmara kuştîyên xwepêşandana Kirmaşanê gihîşt 15 kesan

Hejmara kuştîyên xwepêşandana Kirmaşanê gihîşt 15 kesan

Li bajarê Kirmaşan yê Rojhilatê Kurdistanê, hejmara xwepêşanderên ku ji alîyê pasdarên Îranê ve hatine kuştin, gihîşt 15 kesan.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Xwepêşandan û nerazîbûna gelê kurd li Rojhilatê Kurdistanê û gelên Îranê li dijî zilma rêjîma îslamî didome. Heta niha gelek kes hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne.

Malpera Hengaw ragihandîye, hejmara kesên ku li Kirmaşanê ji alîyê pasdarên Îranê ve hatine kuştin, gihîşt 15 kesan.

Li gorî agahîyan, di heyama sê rojên borî de li taxa Dewletava ya Kirmaşanê 5 kes hatine kuştin, li kolana Xumênî 6 kes û li taxa Ceiferava jî 4 kes hatine kuştin.

Çavkanî: Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin