Hejmara Koçberên Diçin Amerîka Kêm Dibin

Hejmara Koçberên Diçin Amerîka Kêm Dibin

Karbidestên Meksîko didin zanîn ku hejmarên koçberên ji welatên Amerîka Navîn yên ku dixwazin di ser Meksîko re derbasî Amerîka bibin kêm dibin.

A+A-

Karbidestên Meksîko didin zanîn ku hejmarên koçberên ji welatên Amerîka Navîn yên ku dixwazin di ser Meksîko re derbazî Amerîka bibin kêm dibe.

Li gor daneyên karbidestên ew hejmar ji Gulanê vir ve 39 ji sedê daketiye.

Wezîrê Derve yê Meksîko Marcelo Ebrard dîyar kir ku hejmara koçberên ji Amerîka Navîn di meha Hezîranê de ji 144,278 daketiye 87,648’an.

Ebrard da zanîn ku jiber ku ew êdî li gor qanûnên koçberîyê tevdigerin û bo koçberên fersendên kar çêbûye, ew hejmar daketiye.

Wî got ku ewê bo pêşdeçûna Meksîko bang li xêrxwazên navneteweyî bikin û konferansekê li dar xin.

Wezîrê Derve yê Meksîko herwiha dîyar kir ku ew hazirîyê dikin ku li Ciuadad Juarez ya li sînor bo koçberan navendeke xizmetê vekin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin