Hejmara 5an a Kovara Barê derket

Hejmara 5an a Kovara Barê derket

.

A+A-

Kovara Barê piştî demekî dirêj bi hejmara xwe ya 5an derket pêşberî xwînerên xwe. Kovara Barê piştî ku lijneya editoryayê guherî, îja bi navê xwe yê nû wek Bar Helbestê dest bi weşana xwe kir.

Kovara Bar Helbestê bi temamî ji helbest, nivîs, rexne û teoriyên derheqê helbestê ve pêk tê, armanca kovarê ew e ku ew kovareke bi temamî derheqê helbestê da çap bikin û ji bo helbesta kurdî arşîvekî pêk bînin.

Di berga kovarê de hevpeyvîna bi şair Mueyed Teyib re cih digre, ku wêneyê bergê ji aliyê rojnameger û wênekêş Murad Bayram ve hatiye girtin.

Beşekî ji nivîsa Edîtoryaya Bar Helbestê bi vî awayî ye:

“Merheba xwînerên delal û hezkiriyên şi’rê, kovara Bar bi hejmara xwe ya nû xwe gihand we. Sala borî COVID-19 hêj nû bû û lijneya nû ya kovara me biryar dabû ku ji wir ha de bi naverok û meyleke nû derkeve qadê. Meyla me helbest û wergera helbestê bû. Ev pêk hat, di vê hejmara me ya ewil a serdema nû de ji çend zimanan, ji çend kevneşopên mezin ên helbesta cîhanê, riste dikişin çemê kurdî.

Helbesta me ya ku ji tecrûbeya helbesta cîhanê bê par maye, mecbûr e bo xwe rêyên nû bibîne, xwe li awayên nû yên vegotin û vebihîstinê biceribîne. Bo vê yekê rê û rêbaza herî kêrhatî werger e bi dîtina me, lew werger e ya sînorê zimanan û vedîtinan fireh dike, asoya xeyalan berz dike. Bes divê neyê jibîrkirin ku werger bi tena serê xwe têra vê yekê nake, divê xwendekar jî bi xwendin, rexne û nîqaşên xwe beşdariyê li vê yekê bikin. Li gel wergera ji zimanên biyanî, werger an jî guhastina helbestên bi zaravayên kurdî bo hev jî di vê hejmarê de ye û ev cihê kêfxweşiyê ye.”

Xwedî û Berpirsê Nivîsên Kovara Bar Helbestê Serhat Nabatoglu, edîtor û Lijneya Weşanê jî ji navên wek; Yehya Omerî, Simeya Işikoglu, Emerîkê Sidîqayê, Miradê Miradan, Welat Ramînazad, Rêbîn Mihemed, Îbrahîm Şadman Mêsrkanlû pêk tên.

Naveroka kovarê jî wiha ye; çend werger ji helbestên Cesare PAVESE, Langston HUGHES, James FENTON, Ralph Waldo EMERSON, Alan DOJEH.

Wekî din hin nivîs û helbestên din bi vî rengî ne;  Balinde-Befir Beyan EZÎZÎ, Lêkolînek Li Ser Helbesta Serbest A Kurdî Yehya OMERÎ, Şemamok Roştam BERFANBAR, Helbesta Lîrîk Miradê MIRADAN, Lîrîka Berbangê Mewlûd OGUZ, Oxira Şeva Qefilî Emerîkê SIDÎQAYÊ, Li Dijî Teslîmbûna Mem û Zînê Serhildêriya Abdulla Peşêw Welat RAMÎNAZAD, Guldexwîn Leyla Mexso BERAZÎ, Şeş Haîkû Sidîq GORÎCAN, Hinek Mijûlî Li Ser Beytikên Nifiran

Simeya IŞIKOGLU, Dûrê Deryayan Pêl Hene Merve ŞIVAN, Şînek Bo Manê Şehmus KURT, Sifreya Post- Modernîsmê Bedran ŞAŞ, Zeman Hêvî XEBAR.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin