Hejmara 2em a Kovara GOGê derket

Hejmara 2em a Kovara GOGê derket

.

A+A-

 

Hejmara 2em a Kovara GOGê ku yekem kovara wêneromanî ya zarokane derketiye. Di vê hejmarê de jî Red Kît, Yakarî, Thorgal û Mîlo dê bi serboriyên xwe cîh bigire. Her weha çîroka Şahmaranê jî wê bi dawî bibe.

Hejmara 2em a Kovara GOGê derketiye. GOG kovareke wêneromanîye û ji bo zarokan e. Bi zaraveyên kurdî, kurmancî û kirmanckî/zazakî bi awayekî dijîtal weşanê dike.

Di vê hejmara GOGê de jî Red Kît, Yakarî, Thorgal û Mîlo dê bi serboriyên xwe cîh bigire. Her weha çîroka Şahmaranê jî wê bi dawî bibe.

Hejmara vê carê 48 rûpele û Ender Ozkahraman bi “Feqîyê Teyran” û Dogan Guzel bi “Kûto” di vê hejmarê de ne.

Mêvanê kuncika “Na Ne Wisa ye” yê vê mehê keça ku li Alpan Heîdî ye. Di kuncikê de karakterên xêzan tê nirxandin.

Herweha di kovarê de di rûpela “Ev Kî Ye?” de bi xêzan behsa jiyana Picasso hatiye kirin, çîroka Porsorê ya ku vê carê dahênere û nûçeyên zanist û hunerê cîh digire.

Hûn dikarin li ser vê navnîşanê www.gog-weneroman.com xwe bigihîne GOGê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin