Hejmara 14an ya Psychology Kurdî derketiye

Hejmara 14an ya Psychology Kurdî derketiye

.

A+A-

Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî di vê hejmara xwe de li ser “derûnnasiya geşedanê” dosyayek amade kiriye.

Hejmara 14an a kovara Psychology Kurdîyê derketiye. Kovara ku her ji 4 mehan carekê çap dibe di vê hejmara xwe de li ser “derûnnasiya geşedanê” dosyayek amade kiriye.

Di vê hejmarê de Canan Coşkan û Ercan Şen bi lêkolîneke xwe ya bi navê “Temsîl, aîdiyet, danûstandin, ‘aştî” û tevgera civakî” behsa aîdiyet, hêz û têgihîştina hêzê û çend mijarên têkildarî vê mijarê kirine. 

Veysi Çeriyî di warê derûniya zarok û kamilan de pispor e û di qadên cuda de xwedî gelek gotarên akademîk yên navneteweyî ye. Kovarê derbarê derûnnasiya geşedanê pê re hevpeyvînek kiriye. Aydin Rengînî hevpeyvîn ji tirkî ber bi kurdiyê ve wergerandiye.

Akif Aktoyî bi nivîsa xwe ya bi navê ‘Têgihên bingehîn ên psîkolojiya geşedanê’ hewl daye ku psîkolojiya geşedanê û çend têgihên bingehîn rave bike.

Azad Dildarî bi nivîsa xwe ya bi navê ‘Geşedana nasnameyê û nasnameya etnîk’ li ser têgiha nasnameyê rawestiyaye û qonax bi qonax behsa taybetmendiyên wê kiriye.

Leyla Turhanê bi ‘Qonaxên geşedana derûncivakî: Teoriya Erik Erikson’ li ser qonaxên geşedanê yên derûncivakî rawestiyaye û ji xwendevanan re behsa hêz û qelsiyên teoriya Eriksonî kiriye.

Ji bilî van nivîsan nivîsên Bilal Kaya û Selahattin Guneş, Nuh Bozkur, Jan İlhan Kızılhan, Erdal Gul, Yusuf Siyahtaş, Hataw Ahmad, Asuda Ahmad, Wehab Şehîn, Ferat Kevirî di vê hejmarê de hatine weşandin. Mêvanê beşa ‘Pirs û Bersiv‘ê jî Rohat Alakom e. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin