Hêja ye ku her kurdek û mirovhezek vî filmî bibîne.

Hêja ye ku her kurdek û mirovhezek vî filmî bibîne.

”Pêșmerge” li sînemayên Parîsê tê nîșan dan

A+A-

Fîlmê dokumanter ê binavê "Peshmerga" yê fîlozofê binavûdeng Bernard-Henri Lévy ku beșdarî Festivala Cannesê jî bibû, niha li sînemayên Parîsê tê nîșan dan.

Fîlmê Pêșmerge, di tirmeha 2015ê de, li bereyê pêșmerge yê li hember Daișê ku nêzîkî hezar kîlometrî ye hatiye kișandin.

Taybetmendiya film ew e, ku sahneyên șerî yên rasteqîn ên li deverên Kerkûk, Musil û Șingalê te de hene û dîmenekî giștî yê șerê Pêșmerge li hember Daișê radixe ber çavan. Her wiha dîmenên taybetî yên deverên di bin desthilatdariya Daișê de jî ji aliyê balafirên antax ve hatine kișandin jî tê de hene ku malwêraniya șerî nîșand didin.

Film ji bo bîranîna pêșmergeyên jin û mêr ên qehreman ku ji mirinê natirsin û ji bo paraztina axa welatê xwe û nirxên merivayetiyê șer dikin hatiye kișandin. Hêja ye ku her kurdek û mirovhezek vî filmî bibîne.

Ji bo agahdariyê li sînemayên li jêrê tê nîșandan:

MK2, 50 rue Rambuteau, 75003 Paris Saet: 11,30; 13,30; 15,40; 17, 50; 20,00; 22,10 Le Cinéma le Saint Germain, 22 rue Guillaume Apollinaire, 75006 Paris Saet: 13,45; 15,45; 17,45; 19,45; 21,40 Le Lincoln, 14 rue Lincoln, 75008 Paris Saet: 13,45; 15,45; 17,45; 19,45; 21,45 . 

Yakup Karademir/Paris

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin