Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Heger ziman hebûn be, divê em wê biparêzin!!!!

A+A-

Mesela zimên girêdayî fikr û hizra neteweyî ye. Ew kesên neteweyî bifikirin, zarokên xwe bi zimanê dayikê mezin dikin, dê ew zarokana jî xwe weke kurdekî/ê bibînin. Ewên bi ruhiyeteke kurdewarî mezin bibin.

Çi dema siyaseta ji bona azadiya Kurdistanê bi tirkî bibe, piraniya ciwan û kesan dê fêr bibin û bizanibin ku tenê mirov dikare bi zimanê tirkî kurdistanê azad bike. Ya jî tê dihigêjin ku siyaset tenê bi zimanê tirkî dibe an dikare bibe. Li gor min ev jî sûcê partî û rêxistinên ji xwe re dibêjin, em kurd û Kurdistanî ne ku zimanê wan bi tirkî ye.

Ji ber vê partî û rêxistinên Kurd û Kurdistanî divê rojekê ber rojekê xwe ji tirkî dûr bixin da ku ew û gel li xwe ango li zimanê xwe vegerin. Heger rewş weha here, dem ê bê em ê keviran li çongên xwe xin, lê êdî wê tu fêda wê tune be.

Medya tirkî; bi televizyon radyo û rojnameyên xwe bi her awayî û bi hemî hêza xwe ya xurt ketiye hemî malên kurdan, film û rêze filmên balkêş diweşînin da ku zarok li wan binêre. Ev jî tesîreke mezin û nebaş li zarokan dike da ku jiyana wan bibe bi tirkî.

Divê partî û rêxistinên me dev ji hemî tiştî berdin, bi hevre li ser xeta neteweyî televizyonekê vekin. Îro şêrê mezin, tekoşîna bê hempa bi rêya medya tê kirin. Lê mixabiin partiyên me, hê jî ev fêm nekirine û nikariin bi hevre televizyonekê vekin.

Ji ber ku hê ew bi xwe nebûne neteweyî. Netewebûn ew e ku tu bikaribe, berjwendiya neteweya xwe di ser her tiştekî re bigire. Lê li bakur hê ev nebûye.

Partiyên me her ji xelkê peran top dikin, bi wî pereyî di salonan de, di nava çar dîwaran de civîn û komcîvînan çê dikin. Lê hê jî fêm nekrine ku tu fêda wan civînan tuneye.

Lewra jî rojekê berî rojek divê êdî partiyên kurd û kurdistanî derkevin kolanan, di kuçeyên bajaran de bi dengê berz biqêrin û doza mafê gelê xwe ê rewa bikin.

Piraniya ango ji sedî nod rewşenbîr û nivîskarên bakurê kurdistanê berhemên xwe bi tirkî dinivîsînin. Ev jî rê dide ku zarok bêtir xwe li tirkî dijidînin.

Li gor min ev jî bi serê xwe zerarek mezin heta dikirim bjim ji asîmlasyona dagirkeran xerabtir e. Ji ber vê divê ew rewşenbîr û nivîskarên berhemên xwe bi tirkî dinvîsînin, dev ji vê berdin û li kurdiya paqij û delal vegerin.

Heger vê nekin wê roj bê zarok û nebiyên wan vê malwêraniyê û vî hesabî ji wan bipirsin.

”Mirov ji kuderê zerarê vegera kar e ango qezenc e”. Madem weha ye divê êdî em jî ji vê zerara gelê me tune dike. vegerin. Hemî karên xwe, berhemên xwe rabûn û rûniştinên xwe bi zimanê xwe bikin.

Di xebateke weha de kurd wê li xwe û li şexsiyeta xwe vegerin. Kurd wê li kurdbûna ve vegerin. Kurd û kurdbûna xwe û tirkbûna dagirkerên xwe ferq bikin.

Divê em vê ji bîr nekim ku çi dema ziman nema gel û netewe jî namîne. Ji bona tu bikaribe xwe li ser nigan bihêle û weke netewa kurd bijî divê tu zimanê xwe bi kar bîne.

Niha tirkî bûye zimanê kurdên bakurê kurdistanê ê yekem. Li gundan, li malan, li kolanan, di civîn û komcivnan de tenê tirk heye. Ferqa tirkekî û kurdekî ji hev tenê ziman e. dema em jî zimanê tirkan bi kar bînin êdî çi ferqa me ji hev dimîne gelo???

Niha baş diyar dibe kuTirkî axaftin, nivîsandin û xwendin ketiye xwîna kurdên bakurê kurdistanê, lewra nikarin xwe ji wê xwîne azad bikin. Ji ber ku êdî ji tirkî hez dikin. Çi dema bi tirkî qise dikin xwe weke serdestekî dibîne.

Lê fêm nake û nizane ku bi karanîna tirkî te,wî. me dike koleyên tirkan ku heroj bi vê pesnê xwe didin. Te kole û xwe jî xwediyê te dibîne.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar