Heca Kurdên Êzidî yên ji Rûsya û Kazaxistanê li Lalişê

Heca Kurdên Êzidî yên ji Rûsya û Kazaxistanê li Lalişê

.

A+A-

Şandeke Kurdên Êzdî yên Rusya û Kazaxistanê seredana perestgeha Laliş kirin, ku hinek ji wan yekem car e tên pestgeha xwe dibînin. Di dema serdanê şandê çend rêwresman pêk anîn.

Şand ji beşdarbûyên kongreya Revenda (diyaspora) Kurdî ku li Hewlêrê birêve çû pêk hat, ku di nav wan de karsaz, niviskar û siyasetmedar hebûn.

Endamê şandê Hesen Wezo dibêje “Kal û bavên me ji me regelek behsa Laleşa nûranî kirye ku heca me ye. Ez bi xw cara yekem e tême Laleş. Ev der tişteke gelek kev û dîrokî ye, mirov li vê derî ruhê kal û bavên xwe dibîne.”

Li gorî mezinde yên wan hejmara Kurdên li welatên Yeketiya Sovyeta berê dijîn du navbera 300 ta 400 hezar kes in. Hinek ji wan di dema şerê cîhanî yê yekê de ji Bakurê Kurdistanê penaber bûne û hinek jî bi fermanên pêştir çûne wan Welatan.

Serokê Komela Berbang ya li kazaxistanê Ezîz Eziyov- “Em hatîne ziyaret, her yek bi dilê xuda bêje ava zemzemê bînin, her tiştî kî cara yekê hatiye ev titşekî gelek baş e. Lazime her wextê vê bizanibin. Slavên min li hemû Kurdan heye eve ziyareta me Kurdan e.”

Laliş perestgeha serekî ya Kurdên Êzdî ye, ku li gorî amarên Rêveberî Giştî ya Karûbarên Êzdiyan ya Herêma Kurdistanê hejmara wan li cîhanê nêzîkî yek milyon kes in.

Ji ber wan ferman û jenosîdên bi serê Kurdên Êzdî hatine, li gelek welatan belav bûne û yek ji wan jî Yekîtiya Sovyeta berê ye. Hinek ji wan bêtirî sed sal e li wê derê dijîn, lê hê jî xwe weke penaber dibînin û dibêjin Kurdistan welatê me yê resen e.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin