HDPê li ser tifaqa digel HUDA-PARê biryar da

HDPê li ser tifaqa digel HUDA-PARê biryar da

HUDA-PARê bi mebesta ku di hilbijartina 24ê Hezîranê de tifaqê bikin daxwaza hevdîtinê li hemû partiyan kiribû. HDPê bi sedema ku partî ji tifaqê re ne amade ye bersiveke neyînî da.

A+A-

Li gor nûçeya Mahmut Ilicaliyê rojnameya Hurriyetê, HDP ji bo tifaqa hilbijartina 24ê Hezîranê bi partiyên çep, sosyalîst û grûb û partiyên kurd re hevdîtin pêk anîn. Partiyên Kurdistanî ku ji PSK, PAK, PDK-Bakur, PDK-T û Hereketa Azadî pêk dihat ji bo tifaqa hilbijartinê pêşniyar hem li HDP û hem jî li HUDA-PARê kir. HDPê pêşniyar red nekir û bersiva ku wê di lijneyên partiyê de binirxîne da.

 

Di berdewamiya nûçeyê de hat gotin ku cara yekemîn nêzîkbûna herdu partiyan bû sedema nîqaşan û ji bo nûçeyên ku wê tifaq were sazkirin li raya giştî hatin parvekirin bertekên tund hatin nîşandan. Hem endam û rêvebirên çep û sosyalîst û hem jî hevserokê HDPê Sezai Temelli li dijî tifaqa HUDA-PARê derketin û ragihandin ku partî ji vê tifaqê re ne amade ye.

Li gor agahiyan hevdîtinên HDPê bi Partiyên Kurdistanî re didome û eger lihevhatin çêbibe dibe namzed ji lîsteyên HDPê têkevin hilbijartinê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin