HDPê deklerasyona 'çareserkirina pirsgirêka kurd' ragihand

HDPê deklerasyona 'çareserkirina pirsgirêka kurd' ragihand

Hevseroka HDPê Pervin Buldan ragihand: "Gelê kurd dizane ku qedera wan li Kerkûk heta Efrînê, Şirnex heta Mihabadê yek e. Em careke din bang li tevahiya birayên xwe dikin; Roj roja yekîtiyê û pêkanîna îtifaqa demokratîk a Kurdistanî ye."

A+A-

Tevahiya deklerasyona HDPê wiha ye:

Li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn, hemû sazî û dezgehên ku siyaset û polîtîkayê dikin, bêguman derbarê pirsgirêka kurd de gotin û helwesteke wan heye. Ev pirsgirêk pirsgirêkeke giran û xwedî bandoreke berfireh e. Lê belê nêzîkatiya ji bo vê pirsgirêkê an li ser esasên polîtîkayeke neçareseriyê ya înkarê û netewperest an jî wek encama polîtîkayeke înkarê û tunehesibandinê derdikeve pêşiya me.

Partiya me, di warê pêkhateyên xwe de û zemîna polîtîk ku li ser hatiye avakirin him aliyekî vê pirsgirekê ye û him jî, di warê çareserkirina pirsgirêkê de partiya herî xwedî tecrube ye. Ev yek him di warê berpirsiyariya dîrokî de barekî giran dide ser milê me, hem jî nîşan dide ku ji bo çareserkirina pêşeroja gelên Tirkiyeyê bi awayekî lezgîn çareserî dixwazin û ev çareserkirin rastiyeke wisa ye ku divê neyê taloqkirin.

Reva ji vê pirsgirêkê tê wateya xwedûrxistina ji pirsgirêkên sereke yên Tirkiyeyê. Di serî de Tirkiye û hemû hêzên herêmê li gorî vê pirsgirêkê helwesta xwe diyar dikin. Îtifaqên hilbijartina ku dê di 24ê Hezîranê de çêbûne jî, li gorî naveroka pirsgirêka kurd pêk hatin.

'AKP Û MHP LI SER ESASÊN DIJBERIYA KURDAN TIFAQA XWE AVA KIRIN'

AKP û MHP, îtifaqa xwe li ser esasên dijberiya Kurdan çêkirine û îtifaqa din jî bi nêrîneke ku çavên xwe lê girtiye tev digere. Lê belê partiya me, ji bo çareserkirina pirsgirêkê îtifaqa hêzên civakiyî ya hemû gelan, demokrasî û aştiyê esas girtiye.

Helbet sedemên dîrokî yên ku pirsgirêka kurd kur dikin hene. Lê belê, niha sedema neçareserkirinê nêzîkatiyên yekparêz, înkarê û polîtîkayên şer in. Niha kodên genetîk ên pergala antî-demokratîk xwe li ser înkar kirina kurdan xurt dike. Îktîdarên ku bi vî awayî dixwazin pergalê bi rê ve bibin, tekane rêya ku serî lê didin kûrkirina pirsgirêka kurd e. Ev tercîh, bi xwe re tengasî û kaos jî afirandiye: Her ku pirsgirêka kurd kur dibe, pergal dixitime, alozî xwe dide der. Hemû fikrên siyasî yên ku dixwazin hebûna xwe li ser înkarkirina kurdan ava bikin, dawiya dawî ji qada siyasetê tune bûne. Di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de bê hed û hesab mînakên bi vî rengî hene.

'HETA PIRSGIREKA KURD NEYÊ ÇARESERKIRIN PIRSGIREKÊN LI TIRKIYEYÊ NAYÊN ÇARESERKIRIN'

Aşkere ye ku heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, di serî de pirsgirêka demokrasiyê û bi giştî jî dê tu pirsgirêkên sereke yên Tirkiyeyê çareser nebin. Tenê tiştên ku çend salên dawî em bi wan re rû bi rû dimînin jî, vê yekê piştrast dikin. Rewşa Awarte, KHK, tayînkirina qeyûman, şidet, girtin, polîtîkayên feqîrkirinê, rê û rêbazên îşkenceyê ku niha li tevahiya Tirkiyeyê xwe didin der, destpêkê hemû li ser kurdan hatin bikaranîn û paşê li tevahiya Tirkiyeyê belav bûn. Îktîdar, her cure daxwazên ji bo mafan, heyîna pirsgirêka kurd wekî hincet nîşan dide û ji bo alternatîfa pelçiqandinê ya bi şidetê di dest wan de be, neçareserkirina pirsgirêka kurd tercîh dikin.

Sekneke biçûk a demokratîk bi xwe jî, beriya her tiştî li hemberî polîtîkayên înkar, pelçiqandin û şidetê yên li ser Kurdan tên ferzkirin, bi helwesteke zelal pêkan e. Ji bo welatekî demokratîk çareserkirina pirsgirêka Kurd, ji bo HDP'ê şertek esasî ye.

‘PIRSGIRÊKA KURD PIRSGIRÊKA STATÛYÊ YE'

Di çarçoveya mafekî siyasî û rewa de, awayê jiyan û xwebirêvebirina civakekê girêdayî tercîhên wê ye. Di vî warî de HDP, di serî de kurd û bi giştî maf û daxwazên hemû civakên din qebûl dike. Çareserkirina daxwazên di warê çand, ziman û nasnameyê de, di çaroveyeke qanûna bingehîn de diparêze û li hemberî ferasetên tekparêz ku nasnameyên cuda red dikin, têkoşînê dimeşîne.

Ji dîrokê û heta roja îro pirsgirêka kurd, pirsgirêkeke statûyê ye. Daxwaza kurdan a ji bo statûyê, ne parçekirin e; ji bo aştiya civakî û jiyana hevpar hewce ye. Ya ku tê daxwazkirin ew e ku, di bin banê dewleta unîter de kurd mekanîzmayên xwe yên biryarê pêk bînin. Daxwaza ji bo rêveberiya xwecihî, daxwaza sereke ye ku dê pirsgirêkê çareser bike. Ev model li gelek deverên cîhanê tê meşandin û modeleke demokratîk e ku rê li ber navendîbûn û tekbûyînê digire. Şerta Xweseriyê ya Rêveberiya Xwecihî ya Ewropayê jî ji bo pêdiviyeke wisa derketiye holê. Di sala 1988ê de Tirkiyeyê ev şert îmze kiribû û pişt re îmzeya xwe ji pişt çend xalan kişandibû. Em wekî parti wî şertê 1988ê diparêzin. Ev rewş bi awayekî zelal û aşkere di bernameya HDPê cih digire.

‘JI BO PÊKANÎNA VÊ YEKÊ EWIL DIVÊ QANÛNA BINGEHÎN A ÎNKARÊ BIGUHERE'

Dê di serdema HDPê de qanûna bingehîn a li ser esasên pirzimanî, pirbawerî, welatîbûyînê ku dê laîkbûna azadîxwaz, pirdengî û cudabûna hêzan di navenda wê de cih bigirin, tevî hemû komên civakiyî bê amadekirin.

Wê bi HDPê re hemû azadî û mafên wekî azadiya fikr û raman, rêxistinbûyînê, azadiya ol û wijdanê, mafê heqîqetê, mafê avakirina sendîqayê, mafê grev û peymana giştî, mafê reda wijdanî, mafê nasnameya çandî, mafê bikaranîna zimanê zikmakî, mafê perwerdehiyê, mafê darizandina adîl û mafê zarokan di Qanûna Bingehîn a demokratîk de bên mîsgorekirin.

Wê qanûna bingehîn a demokratîk, li hemberî desthilatdariya navendî rêveberiya xwecihî, li hemberî tehekuma dewletê jî civakê biparêze; wê ne navendparêziyê, rêveberiyên herêmî esas bigire.

Ev yek ne li dijî pergala parlementeriyê ya demokratîk e, li hemberî wê modeleke ku demokrasiya xwecihî, demokrasiya rêveberiya xwecihî xurt dike. 
Bi mîsogeriya ku qanûna bingehîn a demokratîk, dê li tevahiya Tirkiyeyê rêveberiyên xwecihî yên demokratîk bibin temînata sîstemek îdarî ya demokratîk. Dê Komara Demokratîk ku xwe dispêre demokrasiya xwecihî ya bi qanûna bingehîn a demokratîk hatiye mîsogerkirin, li dijî tekparêz û otorîteriyê bibe sîwana pirdengî, demokrasî û jiyana bi hev re.

Wê dawî li Rewşa Awarte bê û dê hevşaredarên ku qeyûm tayînî şûna wan hatine kirin bi lez vegerin ser karê xwe. Dê rêxistinên civaka sivîl û saziyên çapemeniyê yên li herêmê bi zimanê zikmakî weşana xwe dikirin û bi Rewşa Awarte û KHK'yan hatin girtin, ji nû ve bên vekirin û malên wan bên îadekirin.

Di darazê de ligel darizandineke wekhev û adil; dê şert û mercên darazê ku ji bo bi zimanê zikmakî xizmeta herkesî bike bên peydakirin. Wê êdî di dadgehan de pere ji kesên ku tên darizandin neye standin.

Dê girtiyên nexweş bil ezgînî bên berdan. Ji bo girtî li derve bên tedawîkirin, derfet wê bên çêkirin.

Wê rojnamevan, jin, siyasetmedar û xwendekarên ku bê sebeb di girtîgehan de ne bi sererastkirinên adilane bigihên azadiya xwe.

Wê di serî de dawî li pêkanînên tecrîdê yên li Girtîgeha Îmraliyê ku Birêz Abdullah Ocalan tê de ye û hemû girtîgehên din bê û wê erka "binpêkirina înfazê" ya di dest îdareyên girtîgehan de ji holê bêrakirin.

QEBÛLKIRINA HEQÎQETÊ

Civakên ku bi paşeroja xwe re rûbirû nebûne, roja îro fêm nekin û pêşeroja xwe ava nekin. Ji bo aştiyê jî yek ji şertên jiyanê, hevrûbûyîna bi paşeroj û lêgerîna ji bo heqîqetê ye.

Ji bo li ser navê dewletê ji ber qirkirin û komkujiyên ku di dîrokê de li ser Kurdan û gel û baweriyên din pêk hatin lêborîn bê xwestin, dê xebat bên kirin.

Ji bo lêkolînkirina qirkirin, koçberkirin, komkujî, înfaz, windahî û pêkanînên bi vî rengî bên lêkolînkirin û heqîqet derkevin holê, dê "Komîsyonên Heqîqetê" bên avakirin.

Koçberiya bi darê zorê û ji neçarî, zirara herî mezin e ku li ser civakekê pêk tê. Tesîra vê zirarê ya di warê civakî, aborî û siyasî de bi sedan sal didome.

Mal û milkên ku ji ber koçberiya bi darê zorê yên heta niha hatine kirin û ji aliyê dewlet an jî cerdevanan hatine desteserkirin, dê îadeyî xwediyên wan bên kirin. Dê zirara hemû kesên ku ji ber dorpêçkirin û koçberiya ku di dema qedexeyên derketina kolanan ên di sala 2015'an de pêk hatin de bê dayîn û bajarên hatin xirakirin dê wekî berê bên çêkirin.

Wê mayîn û bermayiyên şerî bên paqijkirin û ji bo li zeviyên mayînkirî çandinî pêk bê wê xebat bê kirin. Dê dawî li bendavên sînorî û projeyên HES'ê bên. Dê vegera ji bajaran a ber bi gundan ve bê teşwîqkirin û piştgirî ji kesên vegeriyan re bê dayîn.

Wê pergala cerdevantiyê bê rakirin û wê cerdevanên ku tevli sûcan bûne bên darizandin. Wê zirarên ku cerdevanan kirine bên dayîn. Cerdevanên ku daxilî tu sûcî nebûne jî, dê di çarçoveya bernameyên ji bo fayda civakê bên îstihdamkirin.

WÊ DI HEMÛ XIZMETÊN FERMÎ DE MAFÊ ZIMANÊ ZIKMAKÎ BÊ MÎSOGERKIRIN

Daxwazên Kurdan ên ji bo ziman, çand û nasnameyê, di çarçoveya mafên gelan de mafên rewa ne.

Zimanê zikmakî, şerta sereke ya qebûlkirin û pêkanîna nasname û çandê ye. Partiya me, ji bilî zimanê fermî yê welat, di qada fermî û sivîl de perwerdehiya pirzimanî, jiyana pirzimanî û xizmeta fermî ya pirzimanî esas digire. Dê di hemû qademeyên perwerdehiyê de perwerdehiya bi zimanê zikmakî hebe.

Dê hemû polîtîkayên li hemberî zimanê zikmakî bên betalkirin, ji îadekirina navên deveran bigre heta navên orîjînal ên pênaseyên cografik û hemû mafên hatine desteserkirin bên îadekirin.

'NAVÊ KURDISTANÊ HEQÎQATEKÎ DÎROKIYE Û JI BO ERDNÎGARIYÊ JÎ TÊ BIKARANÎN'

Navê Kurdistanê heqîqeteke dîrokiyî ye û ji bo pênasekirina erdnîgariyê jî tê bikaranîn. Berê ev rastî dihat bilêvkirin, lê belê îktîdara AKP-MHP'ê vê rastiyê dîsa qedexe dike. Yek ji armanca me jî têkoşîna li hemberî qedexekirina vê rastiyê ye. HDP, li gorî rastiya Kurdistanê di çarçoveya welatê hevpar û qanûna bingehîn a demokratîk de, ji bo ev heqîqet di warê statuya qanûnî de bê qebûlkirin têdikoşe.

Feraseta faşîst ku di salên 1990'î de kasetên kurdî qedexe dikir hîn jî di bîra mirovan de ye. Lê belê, li herêmê êrîşên qeyûman ên li hemberî kurdî, nîşan dide ku heman feraset didome. Dê navên kurdî yên ku qeyûman ew guherandine bên îadekirin û dê tabelayên rêyan ên hatine rakirin li cihên wan ên berê bên bicihkirin.

Partiya me, di çarçoveya polîtîkaya xwe ya pirzimanî de pirçandîtiyê jî diparêze û ji bo her çand xwe pêşve bibe mekanîzmayên hewcedar diafirîne. Li hemberî polîtîkayên cihêkar, tekparêz û înkarê radiweste û bi têkoşînê xeta xwe diyar dike.

'GER EM NEBIN YEK, EM Ê HERIN YEK BI YEK…'

Li Rojhilata Navîn, dewlet û hêzên statukoparêz, bi awayekî dijwar êrîşî gelê kurd û destketiyên wan dikin. Loma pêkanîna yekîtiya netewî ya kurdan pirsgirêka me ya herî bi lez û bez e. HDP, ji hêlekê ve wekî îtifaqa hêzên demokrasî û azadiyê pêş ve diçe, li hêla din jî li hemberî ferasetên asîmleker, zextkar û tekparêz di warê siyasî de yekîtiya kurdan diparêze. Yekîtiya Netewî ya kurd, li herêmê ji bo bihevrebûna demokratîk jî pêwîstiyek jiyanî ye. Partiya me, ji bo ku destkeftiyên gelê kurd bên parastin, ji bo pêşî li siyaseta tunekirinê bê girtin, yekîtiya netewî ya Kurd diparêze û her wiha ji bo hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê bibin hevpar jî hewl dide û çi dikeve ser milên wê dike.

'ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD BI MUXATABÊN MIMKÛN E…'

HDP wisa bawer dike ku pêvajoya şer encama neçareserkirina pirsgirêka kurd e û baweriya wê ew e ku çareserkirina pirsgirêkê bi muzakereyên bi muxatabên rast pêkan e. Di navbera salên 2013-2015an di dema pêvajoya diyalogê de Rêberê PKKê Abdullah Ocalan îspat kir ku ew aktorekî bi hêz ê çareseriyê ye. Ji bo xwîn neherike divê hevdîtinên di nivî de mane dîsa dest pê bikin û tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin.

Ji tecrube û azmûnên cîhanê jî diyar e ku, pêvajoyên şer tenê bi diyalog û muzakereyan çareser dibin. HDP di pêvajoya diyalogê de cihekî aktif girt û lewre xwedî tecrube ye.

Alî û muxatabên pirsgirêkê diyar in. Ev pirsgirêk bes bi vîna muxatabên wê dikare çareser bibe. Lêgerîna li muxatabên nû, israrkirina di polîtîkaya neçareserkinê de ye. Di çareserkirina pirsgirêkê de hêzên pev diçin alîgirên meseleyê yên xwezayî ne.

'OCALAN DIKARE PIRSGIREKA KURD ÇARESER BIKE'

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, di navbera salên 2013-2015an di dema pêvajoya diyalogê de, wekî aktorekî nîşan da ku ew muxatabekî xurt e û dikare pirsgirêkê çareser bike. Her wiha di vê serdemê de piraniya civaka Tirkiyeyê jî wekî muxatab birêz Ocalan qebûl kiribû û peyamên dihatin hemû bi awayekî cidî esas dihatin girtin û nirxandin.

Bidawîkirina pêvajoya çareseriyê û ji aliyê AKP'ê ve qulipandina maseyê, ne ji ber ku civak li dijî vê yekê bû, sedem ew e ku ne li gor bendewariyên îktîdarê bû. Partiya me, ji bo ji nû ve ev pêvajoya bû qurbana hesabên siyasî, bi daxilbûna hemû dînamîkên civakê bê destpêkirin; her tim destnîşan dike ku divê tecrîda giran a ne exlaqî û zemîneke wê ya hiqûqî tune ye li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin.

Wekî encam;

Ji bo pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin, berpirsiyarî çi dibe bila bibe partiya me amade ye. Demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, bi çareserkirina pirsgirêka kurd pêkan e. Eger pirsgirêka kurd bê çareserkirin, dê li Tirkiyeyê Rewşa Awarte nemîne, dê mekanîka darbeyê nekeve dewrê û dê talûkeya otorîteyê û yekzilamiyê jî çênebe.

Rêbazên ku heta niha hatine ceribandin û neçareserî afirandine, hemû îflas. Nexwe tişta ku divê niha bê kirin, ew e ku divê tişta nehatiye ceribandin bê kirin. Bi 3 salên pêvajoya diyalogê re bêhna welat derket û rondikên çavên dayikan sekinîn.

Pêdiviya gelên Tirkiyeyê bi aramî, ewlehî û xweşiyê heye. Tekane rêya vê yekê jî, di pirsgirêka Kurd de, pêkanîna aştiyeke mayînde ye. Aştî tenê ne bidawîbûna pevçûnan, mirinan û êşan e; di heman demê de ber bi dilpakî, xweşî û jiyana bi hev re dê bibe gava herî mezin.

Têkoşîna ji bo aştiyê, têkoşîna ji bo demokrasî û azadiyê ye. Ji bo welatekî azad, ji bo Komareke Demokratîk, ji bo pergala parlementeriyê ya bi demokrasiya xwecihî hatiye xurtkirin, ji bo xelasiya ji feraseta tekparêz gava herî xurt dê aştî be.

24ê Hezîranê ji bo aştiyeke mayînde û birûmet hêvî ye. Em bi xwe wê welatê xwe û bajarê xwe bi rêve bibin. Em ê li welatekî demokratîk bi hev re aştiyeke mayînde pêk bînin. Bi HDP'ê welatekî wekhev, azad û demokratîk nêz e.

Ji bo Yekitiya Neteweyî 
Em li vir in 
Em dikarin

Em dest bidin hev 
Bi HDP'ê dengê xwe bigihînin hev!

 

(sputnik)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin