HDP: Ji bo xatirê welatê hevpar di referandûmê de 'NA'

HDP: Ji bo xatirê welatê hevpar di referandûmê de 'NA'

Di referandûmê de "Ji bo xatirê komara demokratîk û welatê hevpar na!"

A+A-

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) KCD, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û  Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), li Amedê dervarê referandûma ji bo Destûra Bingehîn bi dezgehên çapemeniyê re civînek çêkir û deklerasyonek hevkar ragihand. Partiyan got: "Ji bo xatirê komara demokratîk û welatê hevpar na!"

Hevparên HDKê, deklerasyona “na” ya referanduma guhertina Qanûna Bingehîn bi civîna çapemeniyê li Stenbolê eşkere kir.

Hevparê HDKê bi dirûşma "Ji Bo Xatirê Komara Demokratîk û Welatê Hevpar NA!" deklerasyona referandumê ragihand. Hevberdevka HDKê Gulistan Kiliç Koçyigît nivîsa deklerasyonê xwend û got: "Em ne mecbûrê rêveberiya yek zilamî ne. 'Na' dê rêya Tirkiyeya demokratîk veke." 

Gulistan Kiliç Koçyigit anî ziman Ev guherîn wê pergala demokratîk a yasayî bi pêş ve nebe û heta jê were sînorên desthildatdariyê berfireh dike, maf û azadiya welatiyan heta ku jê were wê bêkêr bike û wiha domand:

“Ji hêla rêgezî û demokratîk ve ne pêkan e ku ev teklîf were qebûlkirin. Mesele ne tenê kesek e. Pirsgirêk ew e ku dixwazin meyleke ne demokratîk, otorîter ku xwe dispêrê ‘rêveberiya yek zilamî’, navendî û totalîter ava bikin. ‘Yek zilam’’ diguherin lê ev sîstema ku dixwazin ava bikin bi dehan salan wê li serê welat bibe bela.”

Koçyigit amaje kir hikûmeta Tirkiyê dixwaze temamiya Tirkiyê û her tiştî li gorî kêfa ‘yek zilamî’ girêbidin û guherîna destûrê jî dixwazin bi vê mebestê pêk bînin û wiha pê de çû:. Yên ku vê guherînê di Rewşa Awarte de, bi rêyên ne meşrû, bi rêya zext û zordariyê ferz dikin, ziyana mezin didin siberoj û aştiya vê civakê.

“Em ên ku ji bo ku aştî, ked û wekheviya vê cografyayê têdikoşin, bi berpirsyariyek dîrokî re rû bi rû ne. Di rewşeke wiha de ku bi Rewşa Awarte her tişt tê asteng kirin û qedexekirin, neçar in ku em têkoşîna ronakiyê, pêşketinê, rastî û xweşikiyê bidin.”

Hevberdevka HDKê herwiha got, ji referandûmê re “na”’ tekane hêz e ku wê pêşî lê çûna xirabiyan bigire û kilîda aştiyê ye û wiha axivî:

“Banga me ji bo wan hemû beşên civakê yên Tirkiyê ye ku baweriya xwe bi mafên mirovan, demokrasiyê, hiqûqê anîne. Bila hemû bi hev re bibêjin, ‘em ne neçarî rêveberiya yek zilamî’ ne. Em ji wan kesên ku ji bo berjwendiyên xwe dixwazin welêt ber bi taritiyê ve bibin, hêzdartir in.

Em ji bo welatê xwe, gelên xwe, ji bo jiyaneke azad, demokratîk, wekhev dibêjin ‘na’. ‘Na’ dê rê li Tirkiyê veke. Em bang li her kesî dikin ku em bi hev re têbikoşin û bi hev re bi ser bikevin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin