HDP: Êriş destkeftên gelê Kurd armanc digire

HDP: Êriş destkeftên gelê Kurd armanc digire

Hevserokên HDPê, êrişa Tirkîyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê rexne kirin û gotin ku ew êriş, destkeftên gelê Kurd armanc digirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan

 

Hevserokên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Sezaî Temelli di daxuyanîya xwe de ragihandin, “Hikûmeta AKPê û MHPê li ber çavên cîhanê, hemû yasayên navdewletî binpê kirin û dest bi leşkerkêşîya ser bakûr û rojhilatê Sûrîyê kir.

Perwîn Buldan û Sezaî Temelli di daxuyanîya xwe de aşkerekirin ku ew bi tundî wê êrişa Tirkîyê şermezar dikin ku destkeftên Rojava û gelê Kurd dikin armanc û herwiha dîyar kirine ku ew êriş bingeha demokrasîya Tirkîyê armanc digire.

Hevserokên HDPê dibêjin: “Desthilata Tirkîyê ji bo parastina desthilata xwe operasyonên derveyî sînor destpê kirine û berê jî êrîşên bi wî awayî di nav axa xwe de kirîye ser demokrasî û hevanehgiya navbera pêkhateyan.”

Hevserokên HDPê dîyar dikin, “Ev şer bi piştîvanîya paşmayîyên DAÎŞê destpê kirîye, bê du dilî ew li djî wî şerî ne.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin