HDP bersiva CHPê da!

HDP bersiva CHPê da!

Piştî sê parlamenterên CHPê bang kir ku hevserokê HDPê yê berê Selahattin Demirtaş yê girtî were berdan, hinek endamên HDPê bertek da CHPê. Sakikî got, Ev çi nakokî ye". Pirî jî CHPê bi nerastbêjiyê tawanbar kir û got, "heta niha tu li kû bûyî".

A+A-

Piştî ku HDPê hevserokê xwe yê berê Selahattin Demirtaş wek namzetê serokkomariya Tirkiyeyê nîşan da, 3 parlamenterên CHPê bang kir ku Demirtaş were berdan.

"EV ÇI NAKOKÎ YE, CHPÊ"

HDPê bertek da vê helwesta CHPê. Endamê HDPê Sirri Sakikî di berteka xwe de got: "Hûn sedema yekem in ku Demirtaş ket girtîgehê. Hûn li her derê behsa şoreşgeriyê dikin, paşê jî hûn ê biçin him bi neteweperestan tifaqê çêkin û him jî bi seansên xwepaqijkirina ji gunehan jî, hûn ê piçek hingiv têxin devê kurdan û azadiyê ji bo Demirtaşî bixwazin. Ev çi nakokiyê ye, CHPê".

Ev daxuyaniya Sakikî, li ser medyaya civakî bû sedema nîqaşan.

"HETA ÎRO TU LI KÛ BÛYÎ"

Parlamenterê HDPê yê Amedê, Ziya Pirî jî bertek da CHPê.
Pirî CHPê bi "nerastbêjî"yê tawanbar kir û got: "Ji bo wan parlamenterên CHPê yên ji bo bikarin du tûra duyem de dengên HDPyiyan bixwazin, tweetên 'Demirtaşî berdin' dinivîsin. Hûn heta îro li kû bûn? Rastbêj bin, rastbêj."

​3 parlamenterên CHPê yên Stenbolê Bariş Yarkadaş, Eren Erdem û Sezgin Tanrikulu li ser hisabên xwe yên medyaya civakî diyar kiribû ku divê namzedê serokkomariyê yê HDPê Selahattin Demirtaş were berdan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin