Harris Vaksîna Dijî COVID-19 Wergirt

Harris Vaksîna Dijî COVID-19 Wergirt

.

A+A-

Cîgira Serokê Hilbijartî Kamala Harris îro li paytext Washingtonê, li pêş kamerayan doza yekê ya vaksîna kompanîya Moderna ya dijî COVID-19 wergirt.

Tevî ku Rêvebirîya Xwarin û Dermanan ya Federalî (FDA) ragihandibû ku vaksîn ewle û bi bandor e, Harris xwest ku vaksînê li pêş kamerayan li xwe bide ku bawerîya gel bi wê vaksînê bîne û tirsa wan tune bike.

Doug Emhoff, hevjînê Kamala Harris jî di heman demê de hate vaksîn kirin.

Serokê hilbijartî Joe Biden û hevjîna wî Jill Biden jî hefteya borî li pêş kamerayan vaksîna Pfizerê ya dijî vîrusa korona li xwe dabûn.

Biden gotibû ku ti metirsî di vaksînê de tune û wî bang li Amerîkîyan kir ku vaksîna vîrusa korona li xwe xin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin