Hadî Gumuş: 'Komkujî nabe projeya şaristaniyê'

Hadî Gumuş: 'Komkujî nabe projeya şaristaniyê'

"Ji bo min rengê çavên dayikan ne girîng e, hêsirên çavên dayikan girîng e. Di komkujiya ermeniyan de me êş kişand, lê niha ji ber ku me ev êş baş bi cîhanê nedaye famkirin ev êş pêk tê.

A+A-

(DİHA) - Ermeniyên ji komkujiyê rizgar bûn û heta îro hatin, xwe wekî "Nifşên li şopa şûr mane" pênase dikin. Ji ermeniyên ku ji fermanê rizgar bûn Hadî Gumuş, diyar kir ku komkujiya îro li Kurdistanê pêş dikeve di sala 1915'an de li dijî kurdan pêk hatibû û hişmendiya komkujiyê nehatiye guhertin. Gunuş, anî ziman ku komkujî nabe projeya şaristaniyê û bi kuştina gazê û çekên kimyewî şaristanî pêş nakeve.

101 sal berê li Tirkiyeyê ermenî rastî komkujiyê hatin. Gelek ermenî rastî komkujiyê hatin. Hindik ermenî ji komkujiyê rizgar bûn. Ermeniyên ku ji komkujiyê rizgar bûn jî xwe wekî "Nifşên li şopa şûr mane" pênase dikin. Yek ji neviyên ermeniyan ên ku ji komkujiyê rizgar bûne îro hê dijî Hadî Gumuş e. Gumuş ku ji navçeya Aldûşê ya Semsûrê ye di sala 1998'an de Şûra dewletê "Ji ber ku ermenî ye, Ermeniye, komunistî kiriye li gorî rêgezên Ataturk tev negeriyane, bi saqince ye ku mamostetiyê bike" ji mamostetiyê hat dûrxistin. Gumuş, di pêvajoya 12'ê Adarê û 12'ê Îlonê de demekê hat girtin. Kalê Gumuş dema 8 salî bû di sala 1915'an de ji komkujiya Ermeniyan rizgar bû. Kalê Hadî Gumuş ku ji komkujiyê rizgar bû, çîroka komkujiyê ji Hadî Gumuş re got û Hadî Gumuş bi çîroka komkujiyê mezin bû. Gumuş, diyar kir ku pêkanînên îro bi serê kurdan de tên wekî komkujya ermeniyan e.

'Hişmendiya komkujiyê nehatiye guhertin.

Gumuş, anî ziman ku di sala 1915'an de komkujiya ku bi serê ermeniyan de hat îro di serdema AKP'ê de heman komkujî bi serê kurdan de jî tê. Gumuş, da zanîn ku hişmendî nehatiye guhertin û wiha got: "Hişmendiya li ser ermeniyan komkujî pêk anî îro jî xwe dubare dike. 101 sal berê ermenî hatin kuştin, îro jî kurd tên kuştin. 101 salin komkujî berdewam dike. Divê ev hişmendiya qirêj bi dawî bibe. Wê demê mirov ji ber ziman, çand û nasnameya xwe rasti muameleyê dihatin,

'Ji ber komkujiyên nû em bîranînê nakin'

Gumuş, anî ziman ku 100 sal berê komkujî pêk hat û niha jî komkujî pêk tên û ji ber hêj komkujî pêk tên ew bîranînê nakin û wiha got: "Ji bo min rengê çavên dayikan ne girîng e, hêsirên çavên dayikan girîng e. Di komkujiya ermeniyan de me êş kişand, lê niha ji ber ku me ev êş baş bi cîhanê nedaye famkirin ev êş pêk tê.

Gumuş da zanîn ku bi kuştina mirovan a gazên kîmyewî û çekên kîmyewî nikarin di sedsala 21'an projeyên şaristaniyê pêş bixin û êdi tu kes vê yekê qebûl nake. Gumuş, bilêv kir ku ew ermenî nayên vê lîstikê û xwest kurd jî neyên vê lîstikê.
Gumuş, ani ziamn ku warên ermenî, cûhî, rûm û suryaniyan ên li Amedê hatin tunekirin û îro dor hat kurdan. Gumuş, bilêv kir ku berî her tiştî pêdivî ji şoreşa hişmendiyê û aqil heye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin