Haco: “Rûsya di çarçoveya Sûriyê de destekê dide mafên Kurda”

Haco: “Rûsya di çarçoveya Sûriyê de destekê dide mafên Kurda”

Haco: “Rûsya di çarçoveya Sûriyê de destekê dide mafên Kurda”

A+A-

Li ser daxwaza wezareta Karên derve ya Rûsyayê heyetekî ji Endamên Eniya Aştiyê û Azadiyê seredana Moskovayê kir û bi wezîrê karên derve yê Rûsyayê bi Sergey Lavrov û bi cîgirê wî û hem nûnerê taybet yê Rojhilata Navîn Mikhail Bogdanov re hevdîtin kir. Ji kesên di heyetê de çûbûn seredanê endamê Eniyê Kamûran Haco ragihand ku Rûsya di çarçoweya yekîtiya axa Sûriyê de destekê dide mafên Kurda.

Haco ragihand ku bi giştî li ser halê Sûriyê û hebûna hêzên Amerîkayê li rojhilatê Firatê axifîne. Haco got ku ji Rûsyayê gotine ku daxwaza partiyên Kurd bo veqetandina ji Sûriyê tineye û weha got:

“Wezîrê karên derve yê Rûsyayê endîşeya xwe bo veqetandineka bi desteka Amerîkayê aniye ziman. Me jî baweriyê da wan ku tişteka weha tineye. Me got ku di bernameya Konseya Neteweyî ya Kurd li Sûriyê û di bernameyên partiyên din de veqetandina Rojava ji Sûriyê tineye. Me bernama Eniyê bo wan ragihand, parastina yekîtiya axa Sûriyê bo wan got û daxwaza xwe ya damezrandina federasyonê û navendiya Ademî li Sûriyê ji wan re got.”

Haco got ku di vê çarçoveyê de ji Rûsyayê alîkarî xwestine û bê ku ji Eniyê bipirsin divê xwe bo çareseriyekî amade nekin. Haco di dewama axaftina xwe de got ku li ser hevdîtinên navbera ENKS û PYNK ê jî axifîne û destekê didin nêzîkbûna partiyên Kurd li Sûriyê û weha dewam kir:

“Armanca Rûsyayê ew e ku temamê deveran bikin bin kontrola Sûriyê. Rûsya di çarçoveya yekîtiya axa Sûriyê de destekê dide mafên Kurdan.”

Di 28 ê Temmûzê de li bajarê Qamîşloyê bi hewldana ENKS ê, Rêxistina Asûrî ya Demokratîk û Tevgera Teyar El Xed (Tevgera Dahatû ya Sûriyê) bi hev re Eniya Aştî û Azadiyê ava kiribûn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin