Guterres derbarê krîza birçîbûna cîhanê de hişyarî da

Guterres derbarê krîza birçîbûna cîhanê de hişyarî da

.

A+A-

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî, Antonio Guterres derbarê encamên êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê de hişyariyê dide û daxwaz dike hewlên navdewletî bêne xurtkirin da ku rê li ber kirîza birçîbûnê û têkçûna sîstema xureka cîhanî bê girtin.

Di konferanseke rojnamevanyê de Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres ragihand, li Ukrayna agir dibare, li ber çavê cîhanê tê wêrankirin û pêwîste li ser asta navdewletî, hemû hewlên xwe bidin ji bo ku rê li ber dirustbûna kirîza birçîbûnê bigirin.

Guterres dibêje “Qedexekirina henardekirina kelûpelan ji Rûsya û Ukrayna, eger heye bike karesat. Bandoreke mezin li ser wan welatên hejar bike. Wê ne aramiya siyasî û aloziyan li seranserê cîhanê çêke.”

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî diyar kir, ku nirxê dexlûdan ji wê asta piştî Bihara Erebî jî girantir e û pênwêna FAO ku rêkxistina xwarinê ya NY ye, asta xwe ya herî bilind tomar kiriye.

27 welatên Efrîqayê, 1/3 ya genimê xwe ji Ukrayna yan Rûsyayê hawirde dikin, 18 welat jî sedî 50 genimê xwe ji herdû welatan peyda dikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin