Gundewarên Til Temirê hatin topbarankirin

Gundewarên Til Temirê hatin topbarankirin

.

A+A-

Ji Şeva borî ve, artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, gundewarên ser bi bajarokê Til Temir ê Rojavayê Kurdistanê ve, topbaran dikin.

Li gor çavkaniyên xwecihî diyar dikin, hêzên Tirkiyê û komên çekdar, bi topxaneya giran çend gundên bakurê Til Temirê topbaran kirin.

Heman çavkanî dide zanîn, çekdarên komên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê jî, beşdarî topbarankirina gundewarên navçeyê de kirin.

Herwiha ajanseke nêzîkî Rêveberiya Xweser jî destnîşan kiriye, ku artêşa Tirkiyê û çekdarê ser bi wê ve roja Yekşemê 7ê Sibatê ji gundê Qasimiyê yê Til Temirê ve êrişî gundê Um El-Kêf li bakurê Til Temirê kirine.

Heman çavkaniyê eşkere kiriye, şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê, bersiv dane û êriş têk birine û hejmarek ji wan kuştine û birîndar kirine, lê amaje bi tu hejmaran nehatiye kirin.

Hevdem li gel wê yekê, artêşa Tirkiyê û çekdarên wê gundên Tewîla, Til Tewîl û Til Gerabît ên girêdayî navçeya Til Temirê topbaran kirine.

Heta niha tu zanyarî derbarê zerar û ziyanên topbarana li ser wan gundan de nehatine zanîn.

Hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, car bi car gundên li ser xêzên rûbirûnê ligel hêzên HSD li navçeyê topbaran dikin.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin