Gundên Qerejdaxê di bin lehîyê de man

Gundên Qerejdaxê di bin lehîyê de man

Ji ber zêde barîna baranê, çend gundên li Qerejdaxa ser bi Sîvereka navçeya Rihayê ve, di bin lehîyê de man. Bi rabûna lehîyê hin malên ku nêzîkî newal û rubaranbûn di bin avê de hişt û bûye sedema zirarên madî.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Mixtarê Gundê Qanaxê Zekî Kenru, ji bo Kurdistan24 ragihand ku ji ber barana ku 2 roj e barîya, gundê wan û çend gundên din bi ber avê ketine û lehîya ku rabûye zirar daye hin mal, axur û alifê dewaran.

Zekî Kenru da raginad ku rêyên gund jî hemû zirar dîtine û Rêvebirên şaredarîya Sîverekê jî ji bo piştgirîyê serdana wan kirîye. Hejayî gotinê ye ku hefteyekîye  li bakûrê Kurdistanê hewa şilî ye û carina barina baranê tund dibe û zirarên madî peyda dike.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin