Gundên kurdan vala dikin û li şûna wan ereban bicîh dikin!

Gundên kurdan vala dikin û li şûna wan ereban bicîh dikin!

Berpirsekî kurd li Xaneqînê dibêje, hikûmeta Iraqê bi firt û fêlan dixwaze 9 gundên kurdan bide valakirin û li şûna wan ereban bicîh bike!

A+A-

Navenda Nûçeyan- Berpirsê liqa 15 ya PDKê li bajarê Xaneqînê, şêx Ceifer şêx Mistefa ji malpera fermî ya PDKê re gotîye, ev demek e rêveberîya koç û koçberan ya Dîyale dest bi tomarkirin û nivîsandina navên akincîyên çend gundên derdora Xaneqînê kirîye ku hemû kurd in.

Şêx Ceifer şêx Mistefa her wiha gotîye, bi wê yekê dixwazin xelkê wan gundan wek koçber tomar bikin û paşê wan ji gund derxînin û li şûna wan ereban bicîh bikin.

Wî berpirsê PDKê daye zanîn, hejmara wan gundên ku bi wan firt û fêlan dixwazin vala bikin, 9 gund in û navên wan jî wiha ne: Merdan, Şêrik, Husêneme, Mihemed Şêrik, Ezîz, Remezan, Şefîq, Cemîl Beg û Ehmede.

Li gorî agahîyên wî berpirsê kurd, berîya niha jî 40 gundên kurdan li Xaneqînê ji ber xirabîya rewşa ewlehîyê hatibûn valakirin.

Çavkanî: Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin