Gumruk danîne navbera Kerkûk û bajarên Kurdistanê

Gumruk danîne navbera Kerkûk û bajarên Kurdistanê

Bi biryara hikûmeta Iraqê û li ser daxwaza parêzgarê bi wekalet ê Kerkûkê Rakan Seîd Cibûrî, du xalên gumrukê li ser rêyên Kerkûk-Hewlêr û Kerkûk-Silêmanî hatin danîn.

A+A-

Li gorî zanyariyan, herdu xalên nû yên gumrukî dê heftiya bihê dest bi wergirtina bacê bikin. Bi gotina nûnerê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, beşek ji dahata wan gumrukan bo Kerkûkê û beşek jî bo hikûmeta navendî ya Iraqê dibe.

 

Hêj nirx û curên bacên li wan herdu xalên gumrukê nehatine diyarkirin, lê tê gotin, ku bo her kamiyonekê ji serveyî 100 hezar dînarî ve dest pê dike.

  

Bi dirêjahiya rêya Silêmanî ber bi Kerkûkê ve û ji Kerkûkê ve jî bo Hewlêrê ji bilî wan herdu gumrukan, çar terazû bo kêşana barhilgiran û herwiha 10 xalên kontrolê hatine danîn.

 

Qerebalixiya xalên kontrolê û zêdebûna rêjeya wergirtina bacê, bûye sedema nîgeraniya ajovanên kamiyon û otomobîlên barhilgir.

 

 

Herdu gumrukên li ser rêyên Kerkûk-Hewlêr û Kerkûk-Silêmanî ji aliyê polîsê federalî ve tên serpireştîkirin û li beramber wergirtina her bacekê jî pisûleyekê didin ajovanan.

 

Li gorî agahiyan bi destpêkirina karê wan herdu gumrukan, gumrukên di navbera Kerkûk û Bexdayê de tê rakirin.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin