Guman heye Ocalan jî aliyekî guftûgoyên Tirkiye û Amerîkayê yên derbarê navçeya aram de be!

Guman heye Ocalan jî aliyekî guftûgoyên Tirkiye û Amerîkayê yên derbarê navçeya aram de be!

Dûr nîne ku serokê PKKê yê li girtîgeha Îmralî ya Tirkiyê Ebdula Ocalan jî aliyek be li guftûgoyên navbera Tirkiye û Amerîkayê yên derbarê navçeya aram a rojavayê Kurdistanê.

A+A-

Dûr nîne ku serokê PKKê yê li girtîgeha Îmralî ya Tirkiyê Ebdula Ocalan jî aliyek be li guftûgoyên navbera Tirkiye û Amerîkayê yên derbarê navçeya aram a rojavayê Kurdistanê de be.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Huquqê ya serdemê ku parêzerên Ocalan in, duh 07.08.2019ê li gel Ebdula Ocalan hevdîtinek pêkanîne.

Li gor zanyariyên çapemeniya Tirkiyê, duh serokê saziya îstixbarata Tirkiyê (MİT) Hakan Fîdan li gel serokkomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan hevdîtinek pêkanîn.

Herwaha duh rêkeftina navbera Tirkiyê û Amerîkayê ya derbarê ava kirina navçeya aram li Rojavayê Kurdistanê, ku ew wek bakurê rojhilatê Sûriyê pênase dikin hate ragehandin.

Li gor çavdêran, peyvendî di navbera serdana parêzerên Ocalan bo girawa Îmraliyê û hevdîtinên Hakan Fîdan ên li gel Erdogan heye, ku pêşbînî tên kirin ku Ocalan jî aliyek be li guftûgoyên navbera Tirkiyê û Amerîkayê de bo navçeya aram, ku şer û aloziyên çekdarî di navbera PKK û grubên ser bi PKKê li Rojavayê Kurdistanê li gel hêzên Tirkiyê pêkneyê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin