Gulistan Şaylemez berî ku bê qetilkirin serî li emniyetê daye

Gulistan Şaylemez berî ku bê qetilkirin serî li emniyetê daye

.

A+A-

Derket holê ku kujerê Gulistan Şaylemez a li Amedê hat qetilkirin birayê wê ye. Hat hînbûn ku beriya 10 rojan Şaylemez serî li emniyetê daye û giliya xizmekî xwe kiriye. 

Gulistan Şaylemez, duh di saetên êvarê de dema ku li hemberî Edliyeya Amedê dimeşiya hat qetilkirin. Kujer piştî ku bi çeke gule li Şaylemez reşandibû ji cihê bûyerê reviyabû. Derket holê ku kujerê Şaylemez birayê wê Abdullah Şaylemez e. 

KUJER HAT BINÇAVKIRIN

Hat diyarkirin ku kujer Şaylemez ji qeydên qamerayan hatiye tespîtkirin û li navçeya Rezan bi çeka ku pê xwişka xwe qetil kiriye re hatiye binçavkirin. Hat diyarkirin ku Şaylemez di îfadeyên xwe yên miduriyeta polisan de daye zanîn ku bi hinceta “namûsê” xweişka xwe qetil kiriye. 

BERIYA 10 ROJAN GILÎ KIRIYE

Li aliyê din hat hînbûn ku Gulistan Şaylemez beriya 10 rojan serî li Miduriyeta Polisan a Rezan daye û giliya bavê xwe Abdulvehap Şaylemez û xizmê xwe A.S. kiriye. Her wiha di 14’ê sibatê de jî serî li Miduriyeta Polisan a Sûrê daye û giliya bavê xwe û xizmê xwe kiriye. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin