Gulistan Doku 2 sal in winda ye

Gulistan Doku 2 sal in winda ye

.

A+A-

Xwendekara  Zanîngeha Munzurê ya bi navê Gulistan Doku ku ev 2 sal in winda ye, malbata wê li bajarê Dêrsim ê Bakurê Kurdistanê, çarenivîsa keça xwe pirsîn.

Xelka Amedê Gulistan Doku roja 5ê Çileya 2020an dema temenê wê 21 salî bû û li zanîngeha Dêrsimê dixwend, piştî ji beşê navxwe yê zanîngehê derket derve, êdî wenda bû.

Yekemîn proseya gera di wê bendavê de 6ê Tîrmeha 2020an hat rawestandin. Roja 7ê Tebaxa heman sale bo dîtina Gulistan ava bendavê hat berdan, proseya gerê cara duyem 18ê Tebaxê hat rawestandin.

Roja 15ê Cotmeha 2020an cara sêyem gera li çend xalên cuda yên bendavê destpê kir û piştî derbasbûna 47 rojan ji ber bêencambûna hewldanan proseya gera di bendavê de bi yekcarî hat rawestandin.

Malbata Gulistanê daxwaza zelalkirina çarenivîsa keça xwe dikin û dibêjin, Zeynal Abrakov ê welatiyê Rûsyayê ku hevalê Gulistanê bûye, ew winda kiriye.

Ji bo dîtina Gulistan Dokuyê, malbata wê gelek çalakî kirine û bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Wezîrê Navxwe yê wî welatî Suleyman Soylu re jî civiyane.

"Em dixwazin kujer bê girtin"

Malbata Doku di duyemîn salvegera windabûna keça xwe de li Parka Seyîd Riza ya Dêrsimê bang li aliyên peywendîdar dikin, bi mirî yan sax keça wan bê dîtin.

Dayika Gulistan Doku, Bedriyê Doku ya xelka Amedê jî diyar kir ku dixwazin kujer bê girtin û wiha got: "Gulistan 2 sal in winda ye. Daxwaza me ji rayedaran ew e ku kujer were girtin û hestiyên keça min bidin me. Ez vê dixwazim. Zarokên wan jî hene."

Bavê wê Halit Doku jî wiha got: "Keça me winda nebû, winda kirin. Ev 2 sal in Gulistan li ku ye? Ji ber ku gezîkê bi elektirîkê têk çû, doz li dijî me kirin. Lê Gulistan nedîtin. Ma Gulîstan bi qasî gezîkê bi elektirîkê ne bi qîmet e? Bila hestiyên keça me bidin me."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin