Gulale- 4 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Gulale- 4 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

.

A+A-

 

Îro roja çarşemê 03.03.2021ê firokeyên şer ê Iraqê li nahiyeya Gulaleyê ya ser bi Xaneqînê çekdarên DAIŞê bordûman kirin û di encama wan bordûmanan de 4 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.

Berpirsê Rêveberiya Polîsê Gulaleyê Felah Mihemed ji BasNewsê re axivî û da zanîn firokeyên artêşê 4 çekdarên DAIŞê bordûman kiriye û ji ber wê bordûmanê her 4 terorîstên DAIŞê hatine kuştin.

Herwiha Felah Mihemed amaje bi wê yekê jî kiriye wan terorîstên DAIŞê îro li herêmê êrîşî artêşê kiribûn û 3 serbazên DAIŞê jî birîndar kiribûn û operasyona kuştina wan piştî wê êrîşê dest pê kiriye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin