Gul: Min hişyarî dabûn AK Partî

Gul: Min hişyarî dabûn AK Partî

Serokomarê berê û yek ji damezrînerê AKPyê Abdullah Gul got, wî berê jî, jiber xeletiyan AKP hişyarkiri bû, niha ew ne berpirsê windakirinê ye.

A+A-

Yêk ji damezrênerê AKPê û Serokomarê berê Abdullah Gul da zanîn: Wî çi astengî li pêşiya serkeftina APKê dernexistine, ew fêm nake, çima wî wek berpirsê windakirinê dibînin.

Parlamenekî AKPê berî du rojan beşdarî televizyoneke Kurdî bûbû û gotibû Abdullah Gul, ji sinorên xwe derbas dike, rastiyan nabêje û derewan dike".

Gul bersiva rexneyên Nûnerên AKPê da û got: "39 km ez bi dûrbinê berê xwe didim AKPê û wan ji ber xeletiyên wan hişyar dikim."

Abdullah Gul got: Min berê jî gelek caran hişyarî dane wan, lê guh nedane hişyariyên wî.

Gul da zanîn: Ma ne guneh e, ku li hemberî xeletî û kêmasîyên xwe, min wek berpirs bizanin.

Abdulah Gul, di derbarê Hilbijartinên Stenbolê de, rexne kiribûn û paşê, serkeftina Ekrem İmamoglu pîroz kir.

Van demên dawîn wek gotegota kulîsan tê gotin Abdullah Gul û hin AKPyîyên berê ku ji sîyaseta AKPyê aciz in, dê partîyeke nû ava bikin.

(K24)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin