Guhertina demografiya Efrînê berdewam e

Guhertina demografiya Efrînê berdewam e

.

A+A-

Di bin dagirgirina grûpên çekdar, hikûmeta demkî ya opozisyona Sûriyê û Îtîlfa hêzên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê demografiyaya herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bi temamî hatiye guhertin.

Li bajarokê Şiyê, cil û bergên beşdaran nasnameya wan a biyanî ji herêmê nîşan dide. Ofîsa ragihandina Partiya el-Wehde li Efrînê amar derbarê hejmara nişteciyên hawirde li hin bajar, bajarok û gundan de belav kirine.

Endamê Grûpa Kar ji bo Efrînê Bekir Cafer  ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, guhertina demografî li Efrînê ji dagîrkeriyê metirsîdartir e.

Li gor amar û hejmaran, guhertina demografîk bi koçberkirina Kurdan û niştecîkirina Ereb û Tirkmenên hawirde, gihaştiye asta herî bilind.

Bi hejmar guhertina demografiya Efrînê:

Hejmara nişteciyên bajarê Efrînê 100000 bû, niha 30000 mane, 80000 hawirde lê niştecî kirine.

Hejmara nişteciyên bajarokê Cindirêsê 20000 bû, niha 10000 mane, 18000 hawirde lê niştecî kirine.

Hejmara nişteciyên bajarokê Şiyê 4800 bû, niha 2500 mane, 6000 hawirde lê niştecî kirine.

Hejmara nişteciyên bajarokê Mabata 4800 bû, niha 2000 mane, 7500 hawirde lê niştecî kirine.

Hejmara nişteciyên bajarokê Raco 6000 bû, niha 1200 mane, 7500 hawirde lê niştecî kirine.

Hejmara nişteciyên bajarokê Bilbilê 3000 bû, niha 220 mane, 3750 hawirde lê niştecî kirine.

Hejmara nişteciyên bajarokê Şera 1600 bû, niha 400 mane, 1500 hawirde lê niştecî kirine.

Hejmara nişteciyên bajarokê Celemê 4800 bû, niha 2500 mane, 10000 hawirde lê niştecî kirine.

Hejmara nişteciyên gundê Kefersefrê 4800 bû, niha 1300 mane, 2000 hawirde lê niştecî kirine.

Niha tenê li yek bajar, bajarok û gundên herêmê, rêjeya nişteciyên Kurd nagihêje 50%. Li nav bajarê Efrînê, ku 98% ji nişteciyên wî  Kurd bûn, niha hejmara nişteciyên hawirde nêzî 3 caran ji nişteciyên resen zêdetir e.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan.

(Rûdaw) 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin