Guhertin di Pêşmergeyê Zêrevanî de tê kirin

Guhertin di Pêşmergeyê Zêrevanî de tê kirin

Di çarçoveya yekxistina hêzên pêşmerge de, guhertin di pêkhateya Hêza Pêşmergeyê Zêrevanî de tê kirin.

A+A-

Hate ragihandin bi armanca yekxistina hêzên pêşmergê, bi daxwaza Amerîka û Hevpeymana Navdewletî hin guhertin di Pêşmergeyên Zêrevanî de hatine kirin.

Herwiha çavkaniyekî li Wezareta Pêşmerge  ew guhertin dê hemû hêzên pêşmerge li xwe bigire, di qonaxa yekem de jî ew guhertin di Fermandariya Zêrevaniyê de hatiye destpêkirin û wisa pê de çû:

"Em hewl didin hemû hêzên pêşmerge bikin yek, çimku Amerîka û hêzên Hevpeymanan gelek tekeziyê li ser wê yekê dikin, ku pêwîst e Hêza Pêşmerge bibe yek û pêşmerge dûr be ji partayetiyê. Me jî plan daniye ku Hêza Pêşmerge bikin yek, daku alîkariyên Amerîka û Hevpeymanan bo Pêşmerge berdewam bin.”

Ji ber wan guhertinan, rewşa pêşmergeyê zêrevanî ku pêştir ji çend supayan pêk dihat, bo çend lîwayan hatiye guhertin.

 Ji ber wan guhertinên di rewşa hêza Pêşmergeyê Zêrevanî de jî, gelek efserên pilebilind ên wê hêzê niha bê post mane.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin