Grûpên çekdar li Efrînê dest bi ser malên Kurdan de digirin

Grûpên çekdar li Efrînê dest bi ser malên Kurdan de digirin

Li nav bajarê Efrînê grûpên çekdar dest datînin ser malên Kurdan li taxa Vîlat.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Çavkanîyeke taybet ji nav Efrînê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku çekdarên herdu grûpên Hemzat û Şerqîye li Efrînê dest datînin ser malên Kurdan li Taxa Vîlat.

Çekdarên herdu grûpên navborî ji niştecîyên taxê dixwazin belgenameyên xwe bibin navendên wan û eger kurên wan li Efrînê bin wan bi bi telvlîbûna nav refên YPG tohmetbar dikin û dest datînin ser malên wan.

Heman çavkanîyê navê 3 fermandarên çekdarên Şerqîyê ku lêkolînê ligel niştecîyên taxê dikin ji Rûdawê re aşkere kir, ew jî  Ne`ûm Ebû Mihemed el-Dêrî fermandarê grûpa Ceyş el-Şerqîyê li Efrînê, Ebû Qasim û Ebû Yûsif in û malên kurdan ên ku dest datînin ser ji xwe re bi kirê didin Erebên hawirde.

Li gor çavkanîyê, ji destpêka destdanîna ser Efrînê, 150 malbatên Kurd ji taxa Vîlat ji malên wan hatine derxistin.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin