Grûpa Dostên Kurdan li Parlamentoya Ewropayê daxwaza rawestandina êrîşên Tirkiyê dike

Grûpa Dostên Kurdan li Parlamentoya Ewropayê daxwaza rawestandina êrîşên Tirkiyê dike

.

A+A-

Parlementoya Yekîtiya Ewropayê derbarê êrîşên Tirkiyê yên bo ser Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin û Grûpa Dostên Kurd daxwaza rawestandina êrîşên Tirkiyê kir.

Li Parlamentoya Yekîtiya Ewropa 5 parlamenterên ji 5 welatên Ewropî ji Serokatiya Parlamentoya Ewropa xwestin êrîşên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê şermezar bikin.  Seroka Parlamentoya Ewropa Roberta Metsola bersiva wan da û got, ew êrîş dibin sedema kuştina xelkê sivîl, bang li Tirkiyê jî kir ku aram be û rêzê li yasayên navdewletî bigre.

Seroka Parlamentoya Ewropa Roberta Metsola got: “Hevalên hêja, êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê li Bakurê Sûriyê û Iraqê piştî teqîna Stenbolê dibin sedema canjidestdana xelkek zêdetir û rijandina xwînê. Ez bang li Tirkiyê dikim ku xwe aram be û rêzê li yasa û binemayên navneteweyî bigire.”

Salona daxuyanî lê hatiye dayîn, ji bo bi dehan dezgehên medyayê yên Ewropayê yên ku civînên Parlamentoya Ewropayê dişopanîn, hêjayî girînpêdanê nebû.

Perlemantarê dostê Kurdan û ji Danmarkê Nikolaj Villumsen daxwaza gav û karê zêdetir ji komisyona Ewropayê dike.

Endamê Parlamentoya Ewropayê yê ji Grûpa Dostên Kurdan Nikolaj Villumsen got: “Wekî ku diyar bû, Seroka Parlamentoya Ewropayê di destpêka vê rûniştinê de bi peyameke zelal bang li Serokomar Erdogan kir ku rêzê li yasayên navdewletî bigire û binpêkirinên rejîma Îranê şermezar kirin. Hîvîdar im li dema bê de gavên bêtir bibînin, bi taybetî ji aliyê Borrell, berpirsê siyaseta derve, dakû vê pirsê bişopînin û gavên pêwîst bavêjin.”

Hevkarê wî yê ji Nemsayê Andreas Schieder ku bi berdewamî serdana Başûr, Bakur û Rojavayê Kurdistanê dike, dibîne ku pirsa bombebarankirina Rojavayê Kurdistanê di Parlamentoya Ewropayê de mijareke mezin e.

Endamê Parlamentoya Ewropayê Andreas Schieder jî got: “Li gorî min berjewendiyên Tirkiye û Îranê yên jeopolîtîk hene û Erdogan û rejîma Îranê di nava welatên xwe de di bin zexteke mezin de ne, lewma vê lîstikê dilîzin. Helbet ev şerekî li dijî modela şaristaniyê ye, çûnkî herma kûrdistanê û rêveberiya xweser mînak in ji bo çawaniya baştirbûna jiyanê û yeksanî û vekirîbûnê. Tiştê ku ew hez nakin ev e. Civîna Parlamentoya Ewropayê ji roja Duşemê vir ve li vir dicive. Ev pirsek gelekî mezin e, çûnke hemû kes bi dîmenên dawiya hefteyê şok bûn dema kû Tirkiyê dest bi êrişê kir.”

Endamên Grûpa Dostên Kurdan a li Parlamentoya Ewropayê ji bo êrîşên Tirkiyeyê bikeve rojeva rûniştina bê ya parlamentoyê de dixebitin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin