Graham rê li ber ‘pêşnûmaya komkujîya Ermenîyan’ girt

Graham rê li ber ‘pêşnûmaya komkujîya Ermenîyan’ girt

Senatora Komarparêz Lindsey Graham pesendkirina pêşnûmaya dibêje bûyerên 1915an ê Ermenîyan wekî "nijadkujî" were qebûlkirin bloke kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Bob Menendezê Senatorê Demokrat li Senatoya Amerîkayê xwest ku pêşnûmayeke biryarê ya dibêje "Nijadkujîya Ermenîyan bi fermî nas bikin" li Lijneya Giştî deng li ser were dayîn.

Ligel vê daxwazê Senatora Komarparêz Lindsey Graham li dijî dengdana pêşnûmayê derket û dengdan bloke kir.

Graham "Ji bo li ser pirsgirêkên ji ber operasyona leşkerî ya Tirkîyê li Sûrîyê derdikevin pêşîya me binirxînin min bi Serokomar Erdogan û Serok Trump hevdîtin kir. Hêvîya min ew e ku Tirkîye û Ermenistan werin ba hev û pirsgirêkê (bûyerên 1915an) binirxînin. Divê senator dîrokê ji nû ve nenivîsin û ji ya rastî cuda nîşan nedin."

Graham herwiha destnîşan kir wî ew biryar  xwe ne gorî raboriyê, lê li gor dahatûya peywendîyên Tirkîyê û Amerîkayê daye.

Di raykirina pêşnûmayekê ya li Senatoya Amerîkayê de senatorek dikare fikra xwe bêje û dengdanê bloke bike.

Meclisa Nûneran a Amerîkayê di 29ê cotmehê de pêşnûmaya bûyerên 1915an ê Ermenîyan wekî "nijadkujî"yê nas dike qebûl kiribû.

Pêşnûmaya Wekîlê Demokrat ê Meclisa Nûneran Adam Schff pêşnîyar kiribû û ligel 11 dengên "na"yê bi 405 dengên "erê"  hatibû qebûlkirin.

Li gorî dîrokzanan Dewleta Osmanî di sala 1915a da, di nava hengameya Şerê Cîhanê yê Yekê de li Tirkîyê û Kurdistanê di navbera salên 1915 û 1918a de herî kêm 1, 5 ermenî kuştine û bi sedhezaran ermenî jî bi darê zorê ji cî û warên wan tehcîr kirine.

Tê gotin di 24ê nîsana 1915a da Dewleta Osmanî dest bi “komkujîya miletê ermenî” kir û levma 24ê nîsanê wek “roja jenosîda, komkujîya ermenîyan” tê qebûlkirin û ev yek heta niha ji alîyê gelek welatên ewropî ve jî bi awayekî fermî hatîye qebûlkirin.

Çavkanî: Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin