Goran:”Referandûm divê ji bo dem û rewşeke guncaw bê paşxistin”

Goran:”Referandûm divê ji bo dem û rewşeke guncaw bê paşxistin”

Civîna Civata Nîştimanî ya Tevgera Goran di 12.08.2017ê de li Girê Zergete ya bajarê Silêmaniyê çêbûye

A+A-

Tevgera Goran piştî civînê daxuyaniyekê nivîskî daye.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku Tevgera Goran guftûgoyên di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê de guncaw dibîne, ji bo çareserkirina krîzên Herêma Kurdistanê bi van rêyan;

"Yekem;  biryara paşxistina mûçe bê betalkirin, ku ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bi awayekî nesayî li ser xelkê Kurdistanê hatiye ferz kirin.

Duwem; dahata petrol, gazê, dahata navxweyî ligorî yasasa hejmar 2 ya sala 2010'an ya parlamentoya Herêma Kurdistanê bê zelalkirin.

Sêyem; ragihandin û damezrandina dewleta serbixwe ya Kurdistanê armanca hemû xelkê Kurdistanê û Tevgera Goran e. Referandûm amrazekî li pêşiya serxwebûnê pêk tê. Lê biryara lidarxistina referandûmê di 25ê Îlona 2017'an de ji derveyî zemînên yasayî û rewşa siyasî, aborî, civakî û taybet pirsgirêkên navxweyî yên Herêma Kurdistanê hatiye dayîn. Ji ber vê yekê pêwîste ev mijarê ji bo dem û rewşekî guncaw bê paşxistin û ji parlamentoyê re bê hêlan.

Çarem; Parlamentoya Herêma Kurdistanê piştî li hevkirinên siyasî yên di navbera aliyên siyasî de bê asayî kirin. Dest bi karên xwe yên yasayî bike. Çavdêriyê bike û berdewam be ji bo ahengkirina yasa serokatiya Herêma Kurdistanê ji bo pêkanîna sîstema parlamentoya demokratîk li Kurdistanê.

Pênçem; hilbijartinên giştî di dema xwe ya yasayê diyarkirî de, di dema xwe de pêk were."

çavkanî: Roj news

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin