Mûsa Em

Mûsa Em

Hemû nivîsên nivîskar >

Goran û Guherandin

A+A-

Dû wefatkirina Nêwṣîrwan Mistefa, li çapemenîyê de minaqaṣeyekî fireh destpêkir.

Dema ku serokê partîyek wilo mezin û bi bandor bimre, ewê helbet ṣîrove, munaqaṣe, gazinc û rexne bêkirin. Qet tu kes, partî, îdeolojî û dezheh tabû an jî mûqedes nîne ku, mîrov nikaribe rexne lê bike.

Çewtî, ṣaşîtî û neheqîyên ku tên kirin, pêwîste were gotin û kirîtik kirin, ku vana dîsa dûbere neyên kirin.

Serê tiṣtan girtin û veṣartin, an jî qet mîna ku neqewêmîne çavê xwe lê girtin, tu caran alîkarîya rastîyan nake. Zitê wê, çewtîtî mezin û fireh dibin. Ûsa ku, lê paṣ vegerandin û rastkirina ṣaṣitîyan zehmetir dibe.

Em hez bikin an nekin, qebûl bikin an înkar bikin, cî û ṣûna Newsîrwan Mistefa li ciwata Baṣûrê Kurdîstanê de pir mezin bû.

Rol û fonksîyonekî wî yê mezin li xortanî yê li nav PDK, paṣê li nav YNK de bûye. Demekî pir dûr û diréj mîna Pêṣmergeyekî, serbazekî, rêberekî, serokek û zanyarekî li ser çîyan li hemberê dagirkeran tekoşin daye.

Wextê ku polîtîkaya Baṣûrê Kurdistanê bi alîyê bes PDK û YNK ve bi awakî Fiftî Fîftî dihat meṣandin, li sîyasetê de xetimandinek çêbûbû.

Îmtîyaz, neheqî û gendelî fereh bûbû. Ji sîyaset, demokrasî û ji partîyanre bawerî kêm bûbû. Di demokrasîyê de pêwîstîyê reforman, gûhertinên mezin, û bi mûxalefetekî bi tesîr û baṣ hebû.

Li wê rewṣa ne stabîl de, Newṣîrwan Mistefa, rêxistina Gorané didamezrîne.

Lê destpêkê, rêxistina Goran li sîyaset, demokrasî û polîtîkayê de, kelocanekê û bawerîyek peyda dike. Li ba gel jî hêvîyek mezin û xweṣ çêdike. Goran dibe popûler û dibe dûwemîn rêxistina mezina Baṣûr.

Perîyodek dirêj li nav parlementoyê de bi PDK, YNK û partîyên dinan ve dibe desthilatdar.

Demeke ṣûn de, berheqê kêmasîyên demokrasî û gendelîyê de, ji PDK ê re rexneyên hiṣk tîne.

Newṣirwan Mistefa parlementoyekî bi bandor, demokratîk, serbixwe û Kurdîstanekî modern dixwazim digot. Gelek bi tundî li hember eṣîrtî derdiket. Lê bi daxwaz û îdeolojî û tahlîlê xwe de realîst nebû. Îro li Dinyayê û li Rojavayê Navîn gelek dewletên temenê wan pir dirêj hene. Lê hîn jî problemên xwe yên vê babetî çareser nekirine. Guhertinên wilo mezin û fereh, bi demên dirêj, hatin û cûyinên gelek niwṣ û generasyanan ve dibe.

Rastîyê de mabesta Goranê, demokrasî an jî li hember bûyina gendelîyê tenê nebû. Goran dixwest Mesûd Berzanî ji serokatîyê daxîne, û vê xwestina xwe vekirî digot. Vaya armanca Îranê jî bû.

Lê dil dixwest ku van probleman, bi dîalog û bi têkilîyén aqilane li nav parlemento yê de hel bikira.  

Bes Goranê kuçe, û kolanan tercîh kir, alîgirên wan êriṣê li ser ṣûn û ṣûnwarên PDK ê kirin, vaya jî bû sedemê bêîstîkrarî û bê aramî yê.

Ji bo ku Newṣirwan Mistefa ji îdeolojîyekî çep û Maoîst tê, tesîr û ṣopa vê ya hiṣk û ekstrem, li ser Goran jî çêbû.

Gel li bende û li hêvîbû, Goran xebatekê demokratîk li hemberê gendelîyê, neheqîyê û bêadeletî yê bimeṣîne. Lé Goran bixwe bû perçekî wî rewṣê ku, lê rexne dikir.

Pir caran, mîrov tê nagihîje Goran çi dike û ji bo kî dike! Tu dinerî dewsa serxwebûyina Kurdistanê, yekitîya Iraqê parast.

Dema ku wekîlê Goran ê Sirwe Ebdilwehid dibêje ”Kurdistan perçekî Iraqê ye” ji Goran protestoyek, an jî rexneyek nayê.

Têkilîyên wana bi Tehran û Baxda yê ve, mîrov dixwest zelaltir û baṣtir, bi prensîpên Kudistanî bûya.

Goran bi têkilîyên xwe yê bi PKK ve, berjewendîyê Kurdîstanê nafikire.

PKK li ṣengalê, li Kerkukê û li deverên dina astengî, tevlihevî û alozî derdixîne û ji bo Baṣûr xeterîyên mezin peyda dike, lê Goran ji vî helwestên xeter re çavên xwe digre, bêdeng dimîne. Li serda pir caran alîkarîya PKK dike.

 

Îro referandûma serxwebûyina Kürdîstanê li rojevê de ye. YNK, PDK û rêxistinên dina giṣ ji bo vê mijara pîroz dixebitin, civîna çêdikin, li nav hewldanên dîplomasîyêde ne û kelocanekî mezin heye, lê ji Gorané deng dernakeve. Dema ku lê tê pirsîn, Goran dibêje em ji serxwebûyina Kurdistanê dixwazin, bes li jiyanê û li pratîkê de, bi dehan mercan û hecetan derdixînin pêṣîyê.

Merc û xwestinên wana çiqas rast, baṣ û xweṣ dibin bira bibin, lê pêwîste ji referandûmê re, qet tu car asteng neyên danîn.

Îro roj, lazime partîyeke mezin, û girîng, rêxistinekî mîna Goran, rîya dîalog û kompromîyê hilbijêre.

Paṣ koça Newṣirwan Mistefa, çûyin-hatin, serî lêdan û têkilîyén rêxistina Goran bi PDK û YNK re zêde bûye. Em hêvî dikin ew danûstandinên germ, sûdên baṣ derxîne pêṣîyê. Ji bo ku li vê dema hesas û dîrokî de, ji bo serxwebûyina Kurdistanê, pêwîstîyek mezin ji bo Goranê jî heye.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin