Google û Facebook: Divê hemû karmendên me xwe derzî bikin

Google û Facebook: Divê hemû karmendên me xwe derzî bikin

.

A+A-

 Kompaniyên Google ve Facebook bikaranîna derziya li dijî corona li ser karmendên xwe ferz kirin.

Google û Facebook, ji karmendên xwe re gotine, ewê dixwazin vegerin ofîsan divê xwe derzî bikin.

Serokê Desteya Rêveber a Google Sundar Pichai got herkesê ku ji bo kar were ofîsa wan divê derzîkirî be.

Sundar Pichai herwiha diyar kir ku ew dê niha li seranserî Amerîka vê rênimayê pêk bînin û di mehên pêş de wê li ofîsên xwe yên welatên din jî cîbicî bikin.

CEOyê Google Pichai dibêje, wan bi rêya maîlekê 130 hezar karmendên xwe yên ku li malê kar dikin agahdar kirine ku ew dikarin roja 18ê Cotmehê vegerin ofîsên xwe, lê bê derzî nabe.

Berpirsê Çavkaniyên Mirovî yê Facebookê Lori Goler jî gotiye, ew dê mecbûriyeta xwederzîkirinê li gorî rênimayên wîlayetên ku ofîsên wan lê ne cîbicî bikin.

Lori Goler herwiha got ku ji bo kesên ku ji ber hinek sedemên tendurustî nikarin derziyê li xwe bidin jî dê bernameyeke wan hebe.

Dibe ku li Amerîka bikaranîna derziyê li ser fermanberan jî were sepandin û ji bo vê jî niha xelk li hêviya daxuyaniya Serokê Amerîka Biden mane.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin