Girtiyê nexweş Halîl Guneş di girtîgehê de miriye

Girtiyê nexweş Halîl Guneş di girtîgehê de miriye

.

A+A-

Nexweşxaneya ku Halîl Guneş ji ber pençeşêra hestî û pişikê lê dermandibû rapora “nikare li girtîgehê bimîne” dabû. Li ser vê yekê ATKyê gotibû rewşa Guneşî guncawe ku “dikare li girtîgehê bimîne”. Halîl Guneşî di girtîgehê de miriye.

Halîl Guneşê ku di Girtîgeha Ewlekariya Bilind ya Bi Hejmar 2ya Amedê de girtîbû vê sibê (15ê Kanûna Pêşiyê) miriye. Guneşî di lîsteya girtiyên nexweş ya Komeleya Mafên Mirovan(IHD) de bûye.

Halîl Guneş 49 salî bû ku 29 sal in di girtîgehê de ye û ji ber pençeşêra hestî û pişikê tedawî dibû. Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Amedê rapora “nikare li girtîgehê bimîne” dabû Guneşî. Li ser vê yekê di 29ê Kanûna Paşiyê ya sala 2014an de Saziya Tipa Edlî(ATK) di rapora xwe de diyar kiribû ku “rewşa Guneşî guncawe ku di girtîgehê de bimîne”

Bixwîne-"Ji 2020an heta niha herî hindik 59 girtiyên nexweş mirine"

Parêzerên Guneşî li ser pêşketina nexweşiya wî di sala 2014an de ji bo ku “serbest bibe û li derve were dermankirin” serî li Dadgeha Destûrî dabû. Lêbelê serlêdan bêencam bûye.

Şaxa Amedê ya IHDyê ji bo ku Halîl Guneş serbest bibe kampanyaya îmzeyan dabû destpêkirin û 10 hezar îmze kom kiribû. IHDyê ev îmzeyana di 11 Adara 2014an de şandibû Dadgeha Destûra Bingehîn lêbelê dîsa jî encamek nehat bidestxistin.

Herî kêm 59 girtiyên nexweş mirine

Komîsyona Girtîgehan a IHDyê duh(14ê Kanûna Pêşiyê) daxuyanî dabû û gotibû, “Li girtîgehên Tirkiyeyê 1605 girtiyên nexweş hene ji wan rewşa 604 girtiyan giran e.”

Her weha ji sala 2020an heta niha herî hindik 59 girtiyên nexweş mirine.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin