Sîrac Kirici

Sîrac Kirici

Hemû nivîsên nivîskar >

Girtîgeha Amed li ku Kopenhagin li ku!

A+A-

Ji Bielefeldê me berê xwe da Danimarkayê.

Heta Hamburgê rêwitiya me rehet derbas bû. Li ser “otobana”Hamburgê xebata rê hebû. Hamburg sar û mij bû. Bi xwe rêya me dirêj bû bi ev xebata “otobanê” rêya me hin ji dirêjtir bû.

Rê xelas nedibû….

Wexta em ketin Danimarkayê, hatin ser pira dirêj û navdar bihna me vebû. Pira bi dîmena xwe navdar, bi pêwendiyê xwe, bû mijareka mimariyê...

Li ali Almanya mij û serma, li aliyê Kopenhagin bihar bû. Rojeka pir û pir xweş bû.

Piştî 7 seatan em gihan Kopenhaginê.

Jibo “Panela Referandumê” em li wir bûn.

“Erê”,“Na”û “protesto/boykot.”

Her çiqas vîdoya panelê bi tevayî nehet weşandin jî, bi gengeşî,pirs û pêşkeşvani ya xwe paneleka berhemdar bû.

Di salona panelê de samimiyet û germahiya di navbêra endam, aligir û dostên PAK û PSKê de bi her awayî dihat ditin. Cihê civînê ciheka xweşik û nûjen bû.

Ji ali “Erê” û “Na” yê referandumek encamê wê bûye meraqek. Bi tayibetî ji jibo hemwelatiyên ku li derveyî welat dijîn

Meraqa mezin, sedema du ali bûyina “Êniya Kurd” bû.

Helwesta kurdan, ji ya tirkan bêtir bûye mijara gengeşiyê.

Protesto/boykot, ev ji tê wateya “NA” ya kurdan.

”NA” ya ku li dijî “ERÊ-NA”yê ye.

Mixabin,

Hinek kurdên me jibo “NA” ya xwe naxebit in.

“NA” ya ku di hedefa wê de li ser axa xwe desthilatdarî heye.

“NA” ya ku nave welatê wê û hebûna wê hatiye qedexekirin.

”NA” ya ku naşibe “Na” ya “inkar û entegrasyonê.

Her çiqas jibo beşdariyek girseyî xebatek rêkûpêk nehatibe kirin ji, pirsên beşdarên Panelê gelek balkeş bû.

Wexta we biryarek girt û helwestek danî dibê pratika we ji li gor wê be.

Panelek serkeftî bû.

Jibo min sûpriza mezin min du hevalê xwe yî girtigeha Amedê dit. Yekî berî civinê û yê din ji di civînê de. Mamoste Behzat Baskin û Reşit Boga

Xweşî û balkeşiyeka din.

Wexta hun sedemên xwe, wexta hun hedefên xwe bi insanên xwe bidin fêmkirin aligirên we pir dibin.

Di siyasetê de têkilî û sohbetên rubirû gelek gring in.

Êvarê em li mala Selma û Mirza Akar bûn. Bi beşdariya Berhem Duman, Mustafa Kaplan, Adnan Axacan, Sultan Arslan, Irfan Baysal, Kocer, Reşit Boga, Şoreş Qiliçî û Cemil Eren panela me bi şiklekî din dom kir.

Şirove û rexnên dostanî, henekên siyasî, pêşniyarên pêş tevgera neteweyî vedikin û ya gring bêsansur û hevalên li wir wek ferdên maleka neteweyî tev digeriyan.

Mustafa Kaplan li salonê pirsek ji min û Serhat Amedî kiribû. “Wexta hun nasnama xwe ya partîtî, kurd û Kurdistanî deynin alikî terciha we yê çi be?”

Bersîva kek Serhat û ya min.

Ev pirsa li wir ji dubare bû.

Her bersîv tercihek e…

Tenê dibê di tercihên me de em “rota”ya welatê xwe şaş nekin.

Yekê şevê em ji Kopenhaginê vegeriyan.

Sohbet û nirxandinên herî bê sansur di şev û civinên bi vi rengî de pêk tê.

Mijara rêwîtiya me dilsoziya hevalên hatibûn Panelê, mazuvaniya Selma xan bû

Rê vekirî û şewqa hivê li hundirê erebê dixist. Pirsên hevalan û nirxandinên bê “sansur “ hêvî dida projên PAKê ya pêşerojê.

Sohbeta me ya bêsansur di nava erebê de ji dom dikir. Tenê astengî-“sansurek” hebû ew ji lewheya trafikê. Ligor qaidên trafika Danimarkayê ji 110 berbi jor ajotin qedexe bû. Em disa hatibûn ser pira navdar. Li derve şewqa lembeyên pirê bi ya hivê dibun yek, dimenek bêhempa derdiket holê. Mamoste Cemil di xew re çûbû. Min gazî mamoste Cemil kir. Rabe Mamoste, dive tu ji vê dimena xweşik bêpar nemine. ji kerema xwe re wêneyek dimena derve jî bikşine”

Li ser wê dirêjaya pirê sohbeta me û Behzat Baskin û Siddik Boga hat bira min: Di 12ê Ilona 1980an de em bihev re li girtigeha Amedê mabûn.

Girtigeha Diyarbekir li ku, Kopenhagin li ku. Xeyalên girtiyan tu sinoran nasnake. Li girtigeha Amedê xayalên Behzat Basin ji hebûn. Me behsa wan kiribû.Ji wan xeyalan hinekan pêk ani bû.

Lê li girtigehan hin ji zilm, neheqî berdewam in.

Li ser vê pira navdar, girtiyên siyasî û helwesta wan hat bira min.

Vê gave bi sedan kes di greva bircibûyinê de ne. Şevên greva bircibûyinê qet xelas nabin. Şevên rojiya mirinê jê xerabtir in. Di qultek ava şekir de jiyan tê hunindin. Hêvî di himbêza kabusan de ye. Xew nakeve çavên mirovan. Wek minaka “ xewa miriyan tê yên birciyan nayê” Bawerî û xeyala serkeftinê hêvyê xurtir dike. Ki zane niha girtiyên kurd di çi hali de ne. Tabela trafikê 110 nişan dide lê ez bi 160 dajom. Min qaidê trafikê û frênê jibir kiribû.Bi dengê mamoste Cemil, “kek Sirac xewa min nayê ez karim erebê bajom.” Bi wê gotina wî min pêl frênê kir. Rojên me yên xerab hatibû bira min. Bê guman sedema sereke“empatî”ye.

Girtigeh êşek e.

Di nabêna sinorên 110 heta 160 ez bûm şirigê êşa girtiyên ku vê gave li ber mirinê ne.

Ji vê dewleta hov “komara demokratik” ava nabe.

Ji Danimarkayê em derbasî Almanyayê bûn..

Bê tixub û bê kontrol

Azadî tu çi xweş e.

De carek rêya xwe dagerîne welatê me ji.

Spas Kopenhagin.

Spas kesên ku beşdarî Panelên bubûn

Spas jibo wê şeva xweş.

13.04.2017

Önceki ve Sonraki Yazılar