Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Giringîya helwesta partîyên bakurê Kurdistanê

A+A-

 

Di malpera (portal) BasNews’ê ya înternetê da, derbarê helwest û dîtinên partiyên bakurê Kurdistan’ê da bona rapirsînê şîrovenûçeyek hebû, hinek partî helwest û dîtinên xwe dibêjin, hinekên din jî amaje bi civînên lijneyên partîyên xwe yên navendî dikin, lê weha dixuye ku ew jî dê banga dengê “NA” bikin.

Di peyamên serok an berpirsên partîyên bakurî da, taybetî li ser mijarekê yekdengîyek heye; dibêjin, “ di guhertinê da ti mafên demokratik bona neteweya Kurd tine ne.”

Çespandinek di cî da ye, lê divê bersiva vê hebe.

Peyamên, cîgire serokêgiştîyê Partîya Sosyalîsta Kurdistan’ê (PSK), serokê Partîya Azadîya Kurdistan’ê (PAK), serokê Platforma Demokratîka Kurd (PDK Bakur), serokê Partîya Demokratîka Kurdistan’ê Turkîye (PDK Turkîyê), berdevkê Tevgera Azadiyê, serokê Partîya Maf û Azadîyê (HAKPAR) û serokê Partîya Azadî û Sosyalîzmê (ÖSP) di çarçowekî gellekî nêzikîhev da ne.

Pêwîst e, ku di demên rapirsînê da partiyên bakurî ligelhev rûnin, biryarek hevpar bidin, îro jî demek weha ye, herdem rapirsîn nabe.

Bila em zanibin ku ev derfetek siyasî ye.

Girîng e, ku Partîya Demokratîka Gelan (HDP) û Partîya Herêmên Demokratîk (DBP)jî di nav vê hevkarîyê da bin.

Bi ya min, HDP û DBP jî di nav da, partî dikanin bi hev ra komîteyekê destnîşan bikin û karekî navendî bimeşînin. 

Bê guman, divê komite serdana saziyên sivîl, civakî jî bike, wekî jûrên kardaran û komeleyên pîşesazîyê, komeleyên esnafan, herweha komeleyên çandî û hevkariyê.

Eger karekî weha berfireh bêt kirin, bêguman di nava gelê bakurê Kurdistan’ê û Kurdên li Tirkîye’yê da sînerjîyek berfireh dê rû bide, encamek serketî dê bêt stendin, bes divê bêt zanîn, ku partî, rêxistinên siyasî û sivîl li ser biryarek hevpar helwestek hevpar bigrin.

Divê em zanibin ku di vê rapirsînê da dengê dengdêrin Kurd dê li ser encamê dîyarker bibe, jixwe ji nuha va behsa vê rastîyê têt kirin.

 

Hevkarîya Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) bi Partîya Bizava Nasyonalîst (MHP) va, him bona îro û him jî bona paşeroja bakurê Kurdistan’ê xeterek e, heta mirov kane bêje ku gefek e.

Herdu partîyan him ser xalên guhertinê, him jî li ser amanc û mebesta guhertinê li hev kirin.

Bi bawerîya min, konsepta hevpar ya herdu partîyan, ango amanc û mebesta guhertinê ji naveroka xalên wê girîngtir e.

Taybetî, hevkarîya Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Partîya Bizava Nasyonalîst (MHP) bona bizava sîyasîya bakurê Kurdistan’ê zengilê xeteriyê lê dide.

Di damezrandina AKPê da hinek dirûşman hêvîya paşerojek demokratik diafirand, lê taybetî piştê sala 2010an, bi guhertina makezagonê ya wê deme helwest û siyaseta AKPê hat guhertin, weha dixuye ku AKP nêzikî siyaset û helwesta MHPê bû, ne ku MHP nêzikî AKPê bû.

Ev guhertinek balkêş e bona AKPê, gelo ev guhertina vê partiye dê li ser Kurdên di nava vê partîye da karîger be, an na, ev rapirsîn dê bibe nîşaneyek balkêş.

Di vê guhertinê da şêriktîya MHP bona rayagişytîya Kurd balkêş e, ji ber ku neteweperestîya Tirk nijadperestî ye.

Bala xwe baş bidin dirûşm, daxwaz, hêvî, destûr û bernameyên tevgeran û herweha bîrdozîya tirkçitîyê, hûnê nasyonalîzmek tam û tûnd bibinin.

Ev şêriktî li ser  bîrdozîya (îdeolojî) MHPê bilind dibe.

Her neteweperestî ne weha ye, li welatên demokratik ev di wateya welatparêzîyê da ye, lê neteweperestîya Tirk ne welatparêzî ye.

Mirov dikane bi nasyonalîzmê pênase bike, di lîteratûra navnetweyî da nasyonalizm; wekî nijadperestî têt pênase kirin û cîhê fikrek û siyasetek weha di sîstemek demokratik da nabe.

 

Gotina dawî; bona rêxistinên bakurê Kurdistan’ê gellek mijar û hûrgil hene ku di helmeta rapirsînê da bêne vegotin.

Taybetî, peyamên nijadperestî û gefên rayedarên dewletê, hevkarîya bi MHPê va, kuştina bi hezaran, wêrankirina bajaran, û ya herê girîng jî, navê Kurd jî di guhertinê da cî nagre û …hwd.

Eger helmetek hevpar û berfireh bêt meşandin, dibetî heye ku AKP jî wekî partîyên berê, ango SHP, MSP, ANAP, DYP, DSP, CHP li bakurê Kurdistan’ê bibe partîyek marjinal.

Rapirsîn ji hilbijartinê bêhtir derfetek giranbûha dide, lê divê bi hişmendî kar bêt.

Ya herê girîng, HELWESTEK HEVPAR divê.

02.02.2017/Dusseldorf

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin