GEVER/ Bi karwanê leşkerî de bombeyek teqiya

GEVER/ Bi karwanê leşkerî de bombeyek teqiya

Îro sêşemê li navçeya Gevera ser bi parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê bombeyeke vediyayî bi karwanekî leşkerî yê Artêşa Tirkiyê de teqiya û hejmarek leşker birîndar bûn.

A+A-

Parêzgarê Colemêrgê Cuneyt Orhan Toprak ragihand ku vê sibê li ser rêya serekî ya navbera gundên Sînava û Şîtazîn ên ser bi nehya Oremarê dema derbasbûna karwanekî Artêşa Tirkiyê bombeyeke ku berê hatibû danîn teqiya ye û du zirxpoş hatine têkşikandin.

 

Li gor agahiyên Parêzgarê Colemêrgê, hejmarek leşker birîndar bûne û bo nexweşxaneyê hatine şandin, lê derbarê kuştinê de ti zanyarî nehatin belavkirin.

 

Li gor ANFê jî HPG ragihandiye di teqemeniyê de 20 leşkerên tirk hatine kuştin û 2 wesaîtên zirxpoş jî hatine jinavbirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin