Gergerlioglu: "Pirerengiya neteweyî rehmet e lê mixabin ew hînî olekî nijadperest bûye."

Gergerlioglu: "Pirerengiya neteweyî rehmet e lê mixabin ew hînî olekî nijadperest bûye."

Şaxa Batmanê ya Înîsiyatîfa Piştgiriya Referandûma Serxwebûnê serdana Komeleya Nûbiharê û TMMOB kir

A+A-

Komeleya Nûbiharê: Serxwebûn, Xewna Bedîuzzeman Seîdê Kurdî ye
Bi armanca piştgirî û xwedîlêderketina referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê, Şaxa Batmanê ya Înîsiyatîfa Piştgiriya Referandûma Serxwebûnê xebatên xwe bi coşeke mezin didomîne. Roja 6ê Îlonê Şandeya Înîsiyatîfê çû serdana Komeleya Nûbiharê. Serok û rêvebirên Nûbiharê bi kêfxweşî pêşwazî li Înîsiyatifê kir. 

Berdevkê Înîsiyatîfê Aydın Üneşî got ku hêviya me ev e ku hemû pêkhateyên olî û etnîkî li Kurdistneke serbixwe û azad pêkvejiyaneke demokrat û aram pêk bînin ku bibe mînakeke baş bo Rojhilata Navîn. 

Piştî Üneşi Dr. Ömer Faruk Gergerlioğlu wisa :" Li her derê tînim ziman. Referandûm wê li Başûr pêk bê. Gelo em çima li virê dixebitin? Ez di vê baweriyê de me ku xebatên ku em li virê dikin girîngtir e. Lewre hişê ummetê Mihemed li ser mijara kurdan û Kurdistanê şîlo ye. Neheqiyek heye û divê em sererast bikin û çareser bikin. Pir diyar e di referandûmê de ji %90î zêdetir dê 'erê' derkeve. Lê ev mijar dê li wirê bi dawî nebe. Li erdnîgariya Îslamê mafin hene ku li ser navê "ummet"ê hatine binpêkirin. Îro di nav ummetê Mihemed de pirsgirêkên gelekî mezin hene ku divê em wana çareser bikin. Li ser navê Îslamê rêxistina DAIŞê derketiye holê ku bi nasnameya misilmantiyê kiryarên gelekî kirêt û hov dikin. Ji ber ku projeya Bedîuzzeman Seîdê Kurdî ya bo çareserkirina pirsgirêkên nava Ummetê çareser bikin pêk nehatiye, bo pêşketina 'ilmî û çandî Projeya wî ya bi navê Medresetü'z- Zehra pêk nehatiye ev pirsgirêk peyda bûne mixabin. Gelek caran ji min re dibêjin tu ne kurd î çima ketiyî vê Înîsyatîfê. Ez jî dibêjim ev mijar wekî tirkekî misilman herî zêde min elaqedar dike çima ku heke bibînim neheqiyek heye û ku ji rastiyên ayetên Xwedê jî haydar bim divê ez berê van neheqiyn bigirim. Her wiha derûdorên oldar bi armanca lidijîderketina serxwebûna Kurdistanê dibêjin divê ummetê Mihemmed bibin yek, perçe nebin. Vê lidijîderketina heyî pirsgirêkeke mezin e û ji ber vê yekê ye ku nakokiyên di mêjiyên misilmanên tirk û ereban de pirsgirêkekê ye û divê em çareser bikin. Nizanin ku li gor ola Mihemmed hemû netew wekhev in û divê wekhev bin. Pirerengiya neteweyî rehmet e lê mixabin ew hînî olekî nijadperest bûye."

Her wiha Dr. Gergerlioğlu li ser gotiya Erdoğan ku her car dibêje kurd birayên min in got ku gotara"birayê min" gotareke erzan nîne û heke kurd birayên te bin heke hemwelatiyên Hewlêrê bo serxwebûnê bextewar dibin divê tu jî kêfxweş bibî.

Piştî Gergerlioğlu Serokê Komeleya Nûbiharê ya Batmanê Abdurrahman Arslan behsa wesiyetnameya Seîdê Kurdî bo kurdan kir û got ku wî pir girîngî dida tifaqa kurdan û pêşketina fennî û hişmendiyê û wisa domand: "Bo çareserkirina pirsgirêken civaka Îslamê jî di sala 1908an de di Hutbe-î Şamiyeyê de wek Cemaî-yî Muteferrîqa-yi îslamî pêşnûmayek dabû ber misilmanan ku miletên cihê dewletên xwe ava bikin û ew dewlet jî di bin sîwanekê de bibin yek. Minakên wê îro wek Dewletên Yekbûyî yên Emerîqayê an wek Yekîtiya Ewropayê hene ku sînoran rakirine lê her milet jî xwe bixwe bi rê ve dibin. Îro em jî wek peyrewên Bedîuzzeman Seîdê Kurdî van tiştan tînin ziman. Heke em li pey şopa wî bûna ew pirsgirêkên ha dê peyda nedibûn."

batman-tmmob.jpg

Batman TMMOB: Piştgir Na, Em Xwediyê Referandûma Serxwebûnê Ne

Bi hilkefta piştgiriya referandûma serxwebûnê Şaxa Batmanê ya Înîsiyatîfa Piştgiriya Referandûma Serxwebûnê xebatên xwe didomîne. Şandeya Înîsiyatîfê roja 6ê Îlonê çû serdana TMMOBê.
Li ser navê Înîsiyatîfê Dr. Ömer Faruk Gergerlioğlu axivî û got ku ez di vê fikrê de me ku wexta hilbijêrk danîn ber kurdan, ji %90î zêdetir dê 'erê' derkeve û hewldana me ev e ku em vê mijarê bixine rojeva civakê, bidin nîqaşkirin û pêhesînê û wisa domand: "Referandûma serxwebûnê di meseleya kurdn de gaveke gelekî mezin e, ezmûna jidiliyê ye. Hewldana me domandina vê pêvajoya demokratîk e ku ev mafê wisa ye ku nayê nîqaşkirin û divê her kes lê xwedî derkeve."

Piştî Gergerlioğlu Nûnerê TMMOBê Muharrem Tüzün bo serdana wan, sipasiya xwe pêşkeşî Înîsiyatîfê kir û got ku ji bo pêşeroja Kurdistanê hêviyên me hene û kêfxweşiya xwe bo serxwebûnê anî zimên û wisa domand: "Bo referandûma serxwebûnê em gelekî kêfxweş in. Metirsiya me ev e ku em paş ve gav biavêjin. Bo pêşîlêgirtina vê metirsiyê jî yekbûna me divêt. Em ne tenê piştgirên vî karî ne em xwe wek xwediyên vî karî dibînin. 

Nûnerê din ê TMMOBê Hüseyin Oğuzcan jî anî zimên ku çawa ku her miletek xwediyê dewleta xwe ye heta ku hin milet bi dehan dewletên wan hene lê ji kurdan re bêdewletiyê rewa dibînin, ev yek ne hiqûqî û sincî ye û wisa dom kir: "Dewleta ku bi vê hilkeftê dê were avakirin divê dewleteke demokratîk, hiqîqî, adil bibe û rêza hemû kesan bigire. Divê li ser piştgiriya referandûmê nîqaş neyê kirin lewre ev maf, mafeke xwezayî ye. Ez bawer dikim ku referandûm dê bandor li ser nêzîkbûna kurdan bike, ji ber van, em 'erê' dikin.


Piştî Oğuzcan Helbestvan Berken Bereh bang li rewşenbîrên kurd kir û got: "Ji Ehmedê Xanî bigire ta îro di dilê her kurdekî de hesreta helwesteke wek ya referandûma serxwebûna Kurdistanê hebûye. Ji ber vê ez bawer im hemû nivîskar û rewşenbîrên kurd bi dilgeşî û heyecan li benda pêkanîna referandûmê ne. Hêvî dikim hemû kesên alîgirên mafên mirovî û hest û hîsên edebiyatê di xwe de dihewînin piştgiriya vê referandûmê bikin. Bi qasî ku min şopandiye ev referandûm ji mafên etnîkî wêdetir e û bi dilxwazî û daxwaziya hemû pêkhateyan -çi olî be çi etnîkî- pêk tê. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin