"Gerdî bi hev re hesreta salan parve kirin!?"

"Gerdî bi hev re hesreta salan parve kirin!?"

Dewleta Tirk li gundê Girane ya nehîya Rubarokê ya navçeya Şemzînan a Çolemergê di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de derîyekê sînor vekirîye

A+A-

Dewleta Tirk li gundê Girane ya nehîya Rubarokê ya navçeya Şemzînan a Çolemergê di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de derîyekê sînor vekirîye; cara pêşîn di vê derîyê de mensûbên eşîra Gerdî ku li herdû alîyan hene hatine berhev û bi hev re hesreta salan parve kirine û li ber avayîya gumrika derî 300 mensûbên vê eşîrê li ser sofraya erdê bi hevre xwarin xwarine.

Li ser vekirina vê derîyê, yek ji rûsipîyê eşîra Gerdî Qasim Demir dibêje; gelek merivên wan li gundên aliyê din yên sînor in, ji bo serdana hev bikin ew 5 saetan diçûn Silopîyayê û di vê de derbasê alîyê din dibûn û gelek kes jî ji bo dûrbûna rê nikaribûn bi salan hevbibînin. Demir dibêje; vekirina derî, sînorê di navbera wan de ji ortê rakirîye û ev roj ji bo wan cejn e.

Ev bûyer trajedîya perçebûna welatekî û miletekî derdixîne ber çavan ku zilimkar çi anîne serê kurdan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin