”Ger li ser me bombe jî bibarînin biryara referandûmê nayê guherandin”

”Ger li ser me bombe jî bibarînin biryara referandûmê nayê guherandin”

Di 10.08.2017ê de li Selaheddîn Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) Keya Îzol kir.

A+A-

Serokê FKKSê Keya Izol di hevdîtina xwe de bahsa karûbarê federasyonê û rola Kurdên li derveyî welêt (dîaspora) û pêwendiya wê bi Heremê Kurdistanê re kir û bi taybet li ser piştgiriya rawenda kurdên swêdê bi serpereştiya FKKSê ji bo prosesa referandûmê rawestîya. Di vî warî de bahsa xwepêşandina 16ê Ilonê li Stockolmê û konferansa 19ê Îlonê ku li Parlamentoya Swêdê bihên lidarxistin, kir. Û Her weha bahsa wê yekê kir ku ew dixwazin şevahengek (valvaka) kurdên Swêdê bi serpereştiya FKKSê di di 25 Îlonê de li Hewlerê li dar bixin!

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî spasî rola Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê bi tevayî û bi taybet jî piştgirîya wê ya referandûmê kir û destxweşiyê li FKKSê kir. Barzanî careka din teyid kir ku biryara referandûmê nayê guherandin, gavek jî paşda naye avêtin heke ser wan de bombe jî bibarînin. Serok Barzanî dubare kir ku yên dibêjin dem ne guncaw e ji bo referandûmê, divê ew ji wan re bibêjin ka kengê guncaw e ?
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin